09:42 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    Yuksekdag: Deklerasyona KCDê metna çarçoveya makeqanûnê ye

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî û derbarê şer, qedexe, kuştin û deklerasyona KCDê de nirxandinên xwe anî ziman.

    Enqere - Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag bi şermezarkirina komkujiya Roboskê dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku ev 4 sal in hesabê Roboskê nayê dayîn û wiha got: ‘Dema ew qetlîam pêk hat me bi israr ev yek got. Heta berpirsiyarên vê qetlîamê neyên cezakirin dê Tirkiye bibe erdnîgariya mirinan. Li gel têkoşîna me û malbatên Roboskî berpirsiyar derneketin holê. Lê di esasê xwe de berpirsiyar hesap nedan û ji darazê reviyan.'

    Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag ku di civîna koma partiya xwe de axivî gotina Hz. Mihemed a ‘Ji miriyan re rêzdar bin' bibîrxist û got: ‘Ew ji xwedê natirsin û miriyên me ji rizandinê re hîştine.'

    Yuksekdag ji bo betalkirina hevdîtina AKPê ya bi HDPê re jî got: ‘Kî maseya çareseriyê ya muzakereyê qulubandibe vê hevdîtinê jî wî betal kiriye.'

    Yuksekdag diyar kir ku piştî îlankirinên qedexeyên kolanan tundî hat asta hovitiyê û ev tişt got: ‘AKP'ê bi artêşa xwe re li hemberî 7 navçeyan şer daye destpêkirin. Tenê li van navçeyan 129 sivîl hatin qetilkirin. Piştî hilbijartinên 7ê hezîranê û heta niha bi giştî 360 sivîl hatine qetilkirin.'

    ‘Rêzdarî nîşanê miriyên me nadin'

    Yuksekdag got ku dewlet beşekî welatiyan ji hev cûda kiriye û wiha dom kir: ‘Dibêjin ‘Mirin têrî nake em ê destûr nedin ku cenazeyên xwe jî bigirin.' Li morgê 16 cenaze li ser hev hatine rawestandin. Zarokên ku hatine qetilkirin di hembêza miriyan de tên rawestandin. Cenaze êdî rizî dibin. Dema ev li Bosna û Gazzeyê bên jiyîn wehşet e, lê li Tirkiyeyê navê vê yekê jî nîne. Gelê me ji bo cenazeyên xwe binax bike têkoşînê dide. Di hemû olan de li hemberî cenazeyan rêzdarî heye. Ger hûn ji miriyên gelekî re rêzdarî nîşan nadin wê demê li benda rêzdariyê jî nemînin."

    ‘Li vî welatî zarok rojê nabînin û dimirin…'

    Yuksekdag anî ziman ku ew kes ewqas bê wicdan bûne ku li hedîsan jî mêze nakin û wiha pêda çû: ‘Di hedîsan de jî tê gotin ku di demên şer de cenazeyan demildest defin bikin, pêl goran derbas nebin û neçin. Ev ji xwedê natirsin lê ji miriyên me ditirsin. Li pêşberê berxwedana mafdar a vî gelê tu astengî tune ye. Li dijî vê zilmê berxwedan maf e. Di nava vê pêvajoyê de 61 zarok û 73 jin qetil kirin. Di nava wan de pitika 3 mehî Mîray ji heye. Li ser wê erdnîgariyê zarok rojê nabînin û tên qetilkirin.'

    ‘Ji ber ku em çareseriyê dixwazin tên qetilkirin'

    Yuksekdag bibîrxist ku ji bo kuştin çênebin KCDê deklerasyona xwe aşkera kir û wiha balê kişand ser deklerasyonê: ‘Piştî ku deklerasyon hat eşkerekirin li ser me êrîşên lînçkirinê hatin destpêkirin. Çima ji ber ku tê de çareserî derbas dibû. Metna ku hat weşandin di heman demê de metna çarçoveya makeqanûnek demokratîk e. Heta niha tu tiştek ku ji bo me pêşniyar kiribin tune ye. Ev vê çarçoveyê diyar dikin û dibêjin daxwaziya gel ev e. Li hemberî vê yekê jî êrîşê me dikin.'

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: ‘Kolandina xendekan ne sedemek e, encamek e'
    Yuksekdag: Helîkopterê mizgeftê bombebaran kir
    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye
    Demirtaş: ‘Kurd xwe xilas dikin û hûn jî werin tevli vê xilasbûnê bibin'
    Demirtaş: Divê daxwaza statuya gelê Kurd were dîtin
    Etîketan:
    HDP, Figen Yuksekdag, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de