05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Xoşyar Zebarî

    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 711

    Wezîrê Darayî yê Iraqê Xoşyar Zebarî destnîşan kir ku bêyî Pêşmerge zahmete Mûsil ji destê DAIŞê were derxistin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Darayî yê Iraqê Xoşyar Zebarî destnîşan kir ku bêyî Pêşmerge zahmete Mûsil ji destê DAIŞê were derxistin, pêwistiya Artêşa Iraqê bi hêza kurdan heye.

    Artêşa Iraqê piştî azadkirina bajarê Rûmadî niha jî ji bo operasyona Mûsilê amdehiyan dike.

    Xoşyar Zebarî di hevpeyvîna xwe ya digel ajansa Reutersê de got, divê operasyona Mûsilê baş were organîzekirin, lewma azadkirina wir pir hêsan nîne. Pêşmerge hêzeke girîng e, bêyî Pêşmerge Mûsil nayê kontrolkirin.

    Zebarî di berdewamiya axaftina xwe de got, di operasyona Mûsilê ya dijî DAIŞê de ji xeyrî Pêşmerge, divê eşîrên sunî yên herêmî û şie jî tevlî bibe.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di meha îlonê de ji bo operasyona Mûsilê bi berpirsekî leşkeri yê Brîtanyayê Tom Beckett re hevdîtinek kiribû. Bajarê Mûsilê berî ku têkeve destê DAIŞê bajarê duyemîn yê Iraqê bû û 2 milyon însan lê niştecî bûn.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Iraqê rastî sûîqesdê hat
    Iraqê ji Serokê Kurdistanê alîkarî xwast
    Artêşa Iraqê bajarê Rûmadiyê ji destê DAIŞê rizgar kir
    Rûsya: Me li sînorê Iraq û Tirkiyeyê 12 hezar tankêrên petrolê tespit kirin
    FLAŞ ÎDIA - Hikumeta Iraqê çekên giran dide PKKê
    Etîketan:
    DAIŞ, Tom Beckett, Mesûd Barzanî, Xoşyar Zebarî, Mûsil, Bexda, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de