20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Navenda Giştî yê Chpê

    CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'

    © Foto: chp.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya IMCê, Parlementerê CHPê Murat Emir pirsnameyek da Parlamentoya Tirkiyayê û ji Wezirê Perwerdehiyê xwest ku derbarê nûçeyên girtina Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê de bersivê bide.

    Navenda Nûçeyan – Parlamenterê Enqereyê yê Partiya Komara Gel (CHP) Murat Emir li Parlamentoya Tirkiyayê çend pirs ji Wezîrê Perwerdehiyê Nabi Avci kirin û xwest ku raya giştî bi awayekî fermî agehdar bibe.

    Murat Emir bal kişande ser pêwendiyên cemaetan û Zanîngehên ku li bajarên kurdan vebûne û pirsî: Tê gotin ku Zanîngeha Mêrdînê ji aliyê cemaetan ve tê rêvebirin û lewre dê bê girtin, gelo ev agehî rast e?’

    Parlamenterê CHPê li hemberî girtina Zanîngehên Colemêrg û Şirnexê jî nerazîbûn nîşan da pirsî: ‘Tê gotin ku Zanîngehên Colemêrg û Şirnexê ji ber kêmbûna hejmara xwendekaran dê bê girtin. Gelo li van zanîngehan çend hîndekar hene û derbarê rêvebiriyên wan de doz hatine vekirin an na?’

    Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta AKPê bi vekirina zanîngehan propagandaya siyasî dike û dibêje: ‘Me li tevahiya 81 parêzgehan zanîngeh vekirine û hejmara zanîngehan ji 114an derxistiye 190î.’ Lêbelê niha lê baketiye ku zanîngehên li bajarên kurdan bide girtin û nezaniyê li ser kurdan bide ferzkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Pakîstanê êrişa komkujî: 18 mirî 40 birîndar
    Li Kerboranê 2 teqîn çêbûn
    Kremlîn bangî Amerîkayê kir: Dev ji nêçira rûsan berdin
    Serokwezîrê Iraqê rastî sûîqesdê hat
    Wezîrê aboriyê yê DAIŞê hat girtin
    Etîketan:
    hejmara zanîngehan, propagandaya siyasî, ji ber kêmbûna hejmara xwendekaran, raya giştî, Zanîngeha Mêrdînê, Zanîngeha Şirnexê, Zanîngeha Colemêrg, Parlamentoya Tirkiyayê, Wezareta Perwerdehiyê, Partiya Komara Gel (CHP), Nabi Avci, Murat Emir, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de