02:01 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Wênedanka Sûrê: Bangewazî ji bo huzûrê **************

    Ji bo aştiyê 100 rewşenbîr tên Amedê

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Koma ku ji 100 hunermend, akademîsyen û aktîvîstan pêk tê dê bên Amedê û banga aştî û muzakereyê bikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Koma ku ji 100 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û aktîvîstan pêk tê dê bên Amed a ku ev demeke pevçûn, mirin û birîndarkirin diqewime û banga aştî û muzakereyan bike.

    Koma ku berdevkiya wê Oya Baydar û Baskin Oran dike dê li Sumer Parkê civînê li dar bixe. Di civînê de hevsera Tahîr Elçî yê di 28ê Mijdarê de li hate qetilkirin, Turkan Elçî jî axaftineke bike.

    Di hevdîtina ku şahidên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiyê bên guhdarkirin de hunermend dê strana ‘Diyarbakir' bistrên û piştre jî bi du zimanan belovaka aştiyê bê xwendin. Piştre jî dê ber bi Sûrê ve bimeşin, li ber ‘Sevgî Aniti' careke din belavoka aştiyê bixwînin. Kom dê piştre jî bi Walîtiya Amed, Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê u Baroya Amedê ziyaret bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê 2 teqîn çêbûn
    AMED - Şer, qedexe û êriş bi dijwarî berdewam dike (TÊ NÛKIRIN)
    Di 2015an de 65 rojnamevan hatine kuştin
    Li Amedê jiyan rawestiya
    Li Cizîrê zarokek 5 salî jî hat kuştin
    Etîketan:
    Oya Baydar, Turkan Elçî, Baskin Oran, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de