18:04 13 Kanûn 2017
Zindî
    Bazirganiya mazotê li Qesra Şîrîn (KOLBERÎ)

    QESRA ŞÎRÎN – Bazirganiya bê pasaport û vîze dest pê kir

    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Îranê dîsa destûr da ku li devera Qesra Şîrînê ya Kirmaşanê kolber (barkêş) bê pasaport û vîze derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

    Navenda Nûçeyan — Sala1639 an Osmanî û Sefewî li hev hatin û di civîneke li Qesra Şîrînê ya Kirmaşanê de Peymana Qesra Şîrînê girêdan. Piştî vê peymanê herêma Erdelanê ji Iranê re dima; herêma Mukrî û Şehrezorê jî di destê osmaniyan de dima. Piştî avabûna dewletên neteweyî ev herêma kurdî di navbera Iraq, Îran û Tirkiyayê de hate parçekirin. Gelek malbat bi van sînoran ji hev hatin qutkirin û girêdana pêwendiyan tenê bi pasaportan pêk dihat.

    Kurdên devera Qesra Şîrînê hertim bi bajarên li der û dora xwe yên kurd re bazirganî dikirin û ji bo bazirganî û barberiya bi piştan dibêjin “kolber”. Van demên dawîn dewleta Îranê nedihişt ku bê pasaport û vîze kesek ji sînoran derbas bibe û ji bo binpêkirina qedexeyan gelek kes jî kuştin.

    Li gorî agahiyên berdest, beriya 4 mehan hikûmeta Îranê nedihîşt kolberên devera Qesra Şîrînê ya Kirmaşanê derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bibin; lê Qaymeqamê Qesra Şîrînê Murad Elî Tatar ragihand ku Wezareta Navxweyî destûra kolberiyê daye û bi vî rengî 3 hezar kes dê bikaribin li Qesra Şîrînê bazirganiyê bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku astengkirina kolberiyê rastî nerazîbûna xelkê deverên sînorî hatibû û parlamenterên kurd ên li Parlamentoya Îranê jî nerazîbûna xelkê wekî mijareke rojevê li parlamentoyê nîqaş kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Wêneyên maçkirinê ku 2015an di hişê mirovan de cih girtine
    Rûsya: Me di sala 2015an de ji sedî 47ê çekên xwe nû kirin
    AMED - Şer, qedexe û êriş bi dijwarî berdewam dike (TÊ NÛKIRIN)
    Kantona Cizîrê: Em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin
    Di 2015an de 65 rojnamevan hatine kuştin
    Trempeya şîe û suniyan li ser Tirkiyeyê ve temam bû
    Etîketan:
    dewleta neteweyî, astengkirina kolberiyê, mijara rojevê, parlamenterên kurd ên li Parlamentoya Îranê, bê pasaport û vîze, bazirganî û barbirî, kolber, Peymana Qesra Şîrînê, bertekên nerazîbûn û şermezariyê, Wezareta Navxweyî ya Îranê, Qaymeqamiya Qesra Şîrînê, Murad Elî Tatar, Qesra Şîrîn, Rojhilata Navîn, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de