20:09 14 Kanûn 2017
Zindî
    Amed

    AMED - Şer, qedexe û êriş bi dijwarî berdewam dike (TÊ NÛKIRIN)

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Sûrê êriş û teqîn: 4 polês birîndar in

    15:17 — Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê polêsekî tirk di pevçûnan de, 3 polêsên din jî di encama teqînê de birîndar bûne.

    Li gorî nûçeyên çapemeniya tirk hat ragihandin ku îro piştî nîvro li navçeya Sûrê bombeya di erdê de bicihkirî hate teqandin û di encamê de 3 polês birîndar bûn.

    Ajansên tirk ragihandin ku dîsa li navçeyê polêsê bi navê Ahmet Sarikaya di encama pevçûnan de ji serê xwe birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneyê.

    Hat ragihandin ku rewşa wî polêsê xeter e.

    Li bajarê Amedê bi deh hezaran kes li dijî şer û qedexeyan ku li ser navçeya Sûrê û hin bajarên din ên kurdan didome, derketin kolanan. Polês nahêlin welatî derbasî nav Sûrê bibin.

    15: 00 —Li Kayapinarê jî şer dest pê kir

    Li Amedê, piştî Sûr, Ofîs û Koşuyoluyê hat ragihandin li Kayapinarê jî di navbera gel û polêsan dewelata tirk de şer û pevçûnan piştî saet 14:00an dest pê kiriye.

    14:16 — Şer û pevçûnan li Ofîsê careke din dest pê kir. Li hin sûkên Ofîsê ciwan ''Bijî Berxwedana Sûrê'' dibêjin û marşa ''Çerxa Şoreşê'' dixwînin. Polês bi awayekî tund bi bombeyên gazê êrîş dike.

    14:10 — Girseya ku dixwest bimeşe Sûrê belav bû. Ciwanên ku li Ofîsê civiyan bi sloganan ber bi aliyê Koşuyoluyê meşiyan. Niha li hin sûkên Koşuyoluyê şer û pevçûn di navber ciwanên kurd û polêsên dewleta tirk de diqewimin.

    13: 40 — Hewladana girseyê ya ketina Sûrê didome. Piştî êrîşa polêsan Ofîs jî bû qada şer. Li Ofîsê polês bi bombeyên gazê û ava şid êrîş dikin û ciwan bi slogan û keviran.

    Li Amedê saziyên ku di nav de KESK û DISK hene xwestin ber bi Sûrê ve bimeşin, polêsan bi bombeyên gazê û bi ava şid êrîş kir.

    #SondakikaSur'da eylem ve saldırı var şuan. Çatışmalar yogunlasiyor ilçenin yasakli olan bölgesinde dumanlar yukseliyor ve top ve tank atışları devam ediyor#SuraSesver

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on 29 Aralık 2015 Salı

    13: 28 — Girseya ku belav bû niha li hin sûkên nêzikî Sûrê dicive û slogana "Bijî Berxwedana Sûrê" dibêje. Slogana "PKK gel e, gel li vir e" tê berzkirin.

     


     

     

    Etîketan:
    şer û pevçûnên li bajarên kurdan, Kurd, pevçûn, Şer, êriş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de