19:57 11 Kanûn 2017
Zindî
    Huseyn Azam

    Kantona Cizîrê: Em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Cîgirê Hevserokwezîrê Kantona Cizîrê Huseyn Azam ragihand, em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Hevserokwezîrê Kantona Cizîrê Huseyn Azam rewşa Kantona Cizîrê û operasyonên Rûsya li Sûriyeyê ji nûçegihanê Spûtnîkê re ragihand û got, em operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê gelekî girîng dinirxînin.

    Başûrê Sûriyeyê, Kantona Cizîr, Kobanî û Efrînê herêma Rojava ji terefê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê birêvebirin, Kantona Cizîrê di herêma Rojava de ya herî mezin e.

    Rewşa me ji berê baştir e

    Huseyn Azam di axaftina xwe de got, di parastin û rêvebiriyê de li gorî berê rewşa me baştir e. Li Kantona Cizîrê car caran di navbera DAIŞ û Hêza Sûriyeya Demokratîk de pevçûn diqewimin. Li derdora Hesekê gelek cih wekî navçeya Holê ji destê DAIŞê hat derxistin û niha li Şedadê şer berdewam e.

    Hîmê me biratiya gelan e

    Azam di berdewamiya axaftina xwe de got, li vir me biratiya gelan ava kiriye. Di rêvebiriyê de ereb, sûryanî û gelên din jî hene. Kongreya ku du hefte berê hat kirin ji bo Sûriyeke Demokrat gaveke baş û erenî bû û li tevahiya Sûriyeyê kelecan û eleqeyek mezin çêkir.

    Huseyn Azam di dirêjiya axaftina xwe de got, em êrişên Rûsya yên ser DAIŞê gelekî bi erênî dinirxînin. Lê em dibînin Rûsya parastina rejima Sûriyeyê dike, divê Rûsya hemû gelê Sûriyeyê biparêze. Hevî dikim di pêşerojê de pêwendiyên me li gel wan xweştir bin.

     

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Yekîneya Sultan Murat a tirkmen dest danî ser gundê kurdan
    Li rojavayê welêt teqîn: kuştiyek û 12 birîndar
    Pêşdîtina pisporê almanî: 'Rojava dê ji YPGê re bimîne û Tirkiya jî dê bi PKKê re rûne'
    DAIŞ zarokan hînî qetlê dike û dişîne Rojava
    Gelê Rojava: ‘Xwîna me qelenê azadiyê ye'
    Etîketan:
    Hêza Hêwayî ya Rûsyayê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), DAIŞ, Huseyn Azam, Kantona Cizîrê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de