09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Trempeya milîtan û malbatan

    Trempeya şîe û suniyan li ser Tirkiyeyê ve temam bû

    © Foto: AA/ Enes Kanlı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2011

    Di çarçoveya peymana agirbestê ya rêvebiriya Şam û mixalifan de trempeya milîtanên Enîya Nûsra û malbatên şie yên li ser Tirkiyeyê temam bû.

    Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya peymana agirbesê ya rêvebiriya Şam û mixalifan de trempeya milîtanên Enîya Nûsra û malbatên şie yên gundê Fua û Kefraya bajarê İdlîba Sûriyeyê li ser Tirkiyeyê temam bû.

    Ev operasyona tahliye kirine bi piştgiriya Sûriye, Libnan û Tirkiyeyê ve hat birêvebirin û gihîşt armanca xwe. Li Sûriyeyê li gorî peymana agirbesê 338 şieyên ku ji gundê Fua û Kefrayê tahliye kirin di deriye sînor yê Cilvegozu de ketin Tirkiyeyê û ji wir çûne Libnanê. Berpirsekî Xaça Sor ku navê xwe neda got, em ê nêzîkî 290 kesî bişînin Şamê û yên mayî jî em ê li Libnanê derman bikin.

    Ji aliyê din ve 126 milîtan û malbatên Nûsrayî ji herêma Zabadanî hatin derxistin û bi rêya balafirê ji Libnanê çûn Hetaya Tirkiyeyê û di deriyê Cilvegozuya Reyhanliyê de derbasî Sûriyeyê bûn.

    Her wiha Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand zêdetirî 450 kesî bi rêya bejê û bi balafirê li ser Tirkiye û Libnanê hatin tahliyekirin.

    Li gorî Ofîsa Mafên Însanî ya Sûriyeyê merhaleya peymana agirbesê ya din gihandina alîkariya însanî bo gund û bajarokan e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Milîsên şie: Me hemû girtiyên kurd berdan
    Balafirên Îranê şieyên Iraqê ji bo şer dibin Sûriyeyê
    Şie li ser Mesihiyan zordarîye dikin malê wan ji wan distînin
    TAYBET - YPG: Tirkiye, El Nûsra û rêxistinên din perwerde dike
    YPG: Li Helebê 2 çeteyên El Nûsra hatin kuştin
    Etîketan:
    Eniya Nûsra, NY, Sûriye, Libnan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de