05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Milîtanên DAIŞê

    DAIŞê ji qehra Rûmadî 4 jê kurd 47 milîtanên xwe îdam kirin

    © Foto: Elheyat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7701

    Rêxistina DAIŞê 4 xortên kurd û bi dehan kes ji eşîra Cibûrî li Mûsilê kuştin, 43 çekdarên xwe jî ji qehra Rûmadî îdam kirin.

    Navenda Nûçeyan — Piştî ku DAIŞê li bajarê Rûmadî yê Iraqê şikestinek mezin xwar û ji bajêr hat derxistin, çekdarên wê rêxistinê kerb û hêrsa xwe li ser serê sivîlan de dirijînin.

    Berpirsê leqa 14 ya PDKê li Mûsilê Îsmet Receb li ser vê yekê got, DAIŞê bi dehan kes ji eşîra Cibûrî kuştine, weke tolhildanekê li hemberî şikesta xwe li Rûmadî.

    Berpirsê ragihandina liqa 14 ya PDKê Seîd Memozînî jî da xuyakirin ku DAIŞê li Mûsilê 4 xortên Kurd bi tohmeta sîxuriyê kuştine, ji kerba şikestina li Rûmadî jî 43 çekdarên xwe li Mûsilê dane ber gulleyan û komkuj kirin.

    Bajarê Rumadî yê Iraqê, ku meha Gulana îsal ketibû destê DAIŞê, pêr bi şev ji aliyê hêzên Iraqî ve dîsa hat standin.

    Bi heman mijarî:

    Bajarê di bin qontrola DAIŞê: ‘Cobar' wêran bûye
    Artêşa Sûriyeyê derbeyek mezin li konvoya petrolê ya DAIŞê xist
    Rûsya: Amerîka bi ziman tekoşîna DAIŞê dike
    Artêşa Iraqê bajarê Rûmadiyê ji destê DAIŞê rizgar kir
    MÛSİL - DAIŞê 837 jin îdam kir!
    Etîketan:
    PDK, Artêşa ıraqê, DAIŞ, Seîd Memozînî, Îsmet Receb, Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de