09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    KCK

    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 309240

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê daxuyanî da û got: ‘Di sala pêncemîn a komkujiya Roboskî de, gelê kurd û hêzên demokrasiyê li ku di bin bila bin, divê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Heta ku Kurdıstan azad nebe, komkujî dawî nabin.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, derbarê salvegera komkujiya Roboskî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, KCKê bibîr xist ku di ser komkujiya Roboskî re, ku 34 ciwanên kurd bi bomberdûmana balafirên şer hatin kuştin 4 sal derbas bûn û got:

    ‘Em mirovên xwe yên di vê komkujiyê de şehîd ketine bi minedarî bibîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin, ku em ê bîranînên wan bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk re tacîdar bikin.'

    KCKê wiha got: ‘Îro bêhtir xuya bûye ku heta Tirkiye demokratîk nebe û Kurdistan di çarçoveya xweseriya demokratîk de azad nebe, wê ev komkujî neqedin. Ji ber vê yekê, rêya hesabpirsîna ji komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên qewimîne, divê bilindkirina têkoşîna ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê be. Dema ev zîhniyeta ku komkujiya Roboskî pêk aniye ji holê hat ragihandi wê hingî hesab ji berpirsyaran bê pirsîn.

    Zîhniyet û polîtîkaya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran, Gever, Şirnex û Farqînê bi tank û topan bombeyan li ser gelê Kurd dibarîne û zîhniyet û polîtîkaya li Roboskî komkujî kir, yek e. Yên fermanê didin jî yek in. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke komkujiyê ya bi zanebûn û bi rêk û pêk tê meşandin. Dixwazin Kurdan bimelisînin û qirkirina çandî temam bikin.'

    KCKê dawiyê de got: ‘Di sala pêncemîn a komkujiya Roboskî de, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li ku di bin bila bin, divê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Roj roja berxwedan û têkbirina mêtîngeriya faşîst a qirkirina çandî ye. Bê teredût divê ev têkoşîn her roj, her saet û di her kêliyê de bê meşandin. Divê israra gelê Kurd a hebûn û jiyana azad, ji tevahiya cîhanê re bê nîşandan.

    Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêzên demokrasiyê wê dîmenên komkujiya Roboskî ti carî ji bîr nekin. Wê hêrsa ji ber vî dîmenê derket holê veguherîne têkoşînê û bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk re tacîdar bike.'

    Bi heman mijarî:

    KCKê bang li gelê Elewî kir
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    KCKê: ‘DAIŞ li Til Temirê bi piştgiriya dewleta tirk komkujî pêk anî'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de