09:43 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Mihemed Sidîq Kebûdwend

    Zanîngeha Torontoyê xelata “ICHR” da Kebûdwend

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1801

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê (KURDPA)Zanîngeha Torontoyê xelata “ICHR” a mafên mirovan pêşkêşî Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sidîq Kebûdwend kir û ji ber ku di zindaneke Îranê de ye hevjîna wî Perînaz Hesenî xelat wergirt.

    Navenda Nûçeyan — Îsal Zanîngeha Torontoyê ya Kanadayê, xelata “ICHR” a ji bo mafên mirovan layiqî Mihemed Sedîq Kebûdwend dît.

    Di merasîma xelatdayînê de Perînaz Hesenî, nûnerê RMMKê û çend çalakvanên sivîl ên Kurdistanê amade bûn.

    Piştî xelatkirinê Tûran Kebûdwend a xwişka Kebûdwend sipasiya xelkê kir ku Sidîq ji bîr nekirine.

    Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Sidîq Kebûdwend ji Tîrmeha sala 2007an ve bi tohmeta “têkbirina ewlehiya rejîmê” bi 10 sal zîndan hatiye mehkûmkirin û niha jî li girtîgeha Êvînê ya Tehranê de girtî ye.

    Kebûdwendiyê ku bi daxuyaniyên xwe yên mêrxasane ve tê naskirin, 2013an jî di zindanê de kuştina Dr. Evdirehman Qasimlo ya ji aliyê Îranê ve şermezar kiribû û wiha got: “Dr. Qasimlû ji bo aştî û çareseriya siyasî ya pirsa kurd çû ser maseya diyalogê; lê muxatabên wî bi êrişeke terorî bersiv dane wî.”

    Perînaz Hesenî ji ber hevserê xwe Mihemed Sidîq Kebûdwend ve xelata ICHR wergirt.
    Perînaz Hesenî ji ber hevserê xwe Mihemed Sidîq Kebûdwend ve xelata "ICHR" wergirt.

    Bi heman mijarî:

    YDG-H: '35 leşker, polês û tîmên taybet hatin kuştin'
    Davutoglu derbaskirina PYDê ya Çemê Firatê qebûl nake
    HPGê çalakiya li Erxeniyê girt ser xwe
    HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir
    Etîketan:
    girtîgeha Êvînê ya Tehranê, kuştina Dr. Evdirehman Qasimlo, çareseriya siyasî ya pirsa kurd, xelata “ICHR” a ji bo mafên mirovan, merasîma xelatdayînê, çalakvanê sivîl, mafên mirovan, êrişa terorî, Zanîngeha Torontoyê ya Kanadayê, Perînaz Hesenî, Tûran Kebûdwend, Mihemed Sidîq Kebûdwend, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de