07:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    polês - operasyon - leşker - êriş - şer - pevçûn -

    YDG-H: '35 leşker, polês û tîmên taybet hatin kuştin'

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 220020

    YDG-Hyê daxuyanî da û diyar kir ku di şerên li Sîlopiyê de 35 leşker, tîmên taybet û polês hatin kuştin, her wiha 7 leşker-polês jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê YDG-Hyê derbarê şerên li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê de daxuyanî da.

    YDG-Hyê got: ‘Di 27ê Kanûnê de wesayîta zirxî xwestiye ku ji Garnîzonê êriş bibe ser taxên Nûr û Cûdî. Li dijî wesayîta zirxî çalakî hat lidarxistin û di encamê de 3 polês-leşker hatin kuştin.'

    YDG-H: ‘27ê Kanûnê hêzên dewletê ji sê baskan êrişî Taxa Çemrûkê kirine, di vê pevçûna rastî xweparastinê hatiyê de 14 leşker an jî polês hatine kuştin, 7 leşker an jî polês birîndar bûn.'

    YDG-Hyê wiha got: ‘27ê Kanûnê li taxên Zap û Barbaros ên navçeya Silopî ya Şirnexê ciwanan bi armanca xweparastinê çalakiyek li dar xistine, di çalakiyê de 9 tîmên taybet hatin kuştin. Her wiha ragihand ku li hember malên li Taxa Nûhê yên ku hêzên dewletê bi zorê gel koçber kirin û bi xwe bicihbûn de çalakî li dar xistin, li vir jî 9 tîmên taybet hatin kuştin.'

    Derbarê vê mijarê de ji wezîfedarên tirk tu daxuyanî bi dest neket.

    Bi heman mijarî:

    YDG-H: ‘1 albay, 69 polês û leşker hatin kuştin'
    YDG-H: ‘30 tîmên taybet hatin kuştin'
    YDG-H: ‘5 tîmên taybet ên hatin kuştin'
    YDG-H: ‘Yên êrişî mizgeftê kirin hêzên dewletê ne'
    Etîketan:
    YDGH, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de