02:06 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Daxistina derabeyên dikanan, girtina xepengan

    Li gelek bajarên kurdan derabe venebûn

    © AP Photo/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 910

    Li bajarên kurdan çalakiyên kepeng girtinê û boykota dibistanan berdewam dike.

    Mûş/Amed/Bedlîs — Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li li gelek bajaran li dijî êriş û dorpêça hêzên dewletê esnafan dikanên xwe venekirin û dibistan hat boykotkirin.

    MÛŞ
    Li navçeya Kop a Mûşê, esnaf ji bo qedexe û kuştinan protesto bike, derabe venekir. Li navçeyê ji bilî firin û dermanxane her der girtî ye.

    AMED
    Li navçeya Farqîn a Amedê jî, ji bo dorpêç û erişên li ser Sûrê ku ev 27 roj in bênavber berdewam dike protesto bike esnaf derabe venekir. Xwendekar jî dibistanan boykot kir û neçûn dibistanan. Welatiyên ku dê tevlî meşa Sûrê ya Amedê bibin jî ber bi Amedê ve birêketin.

    Xwepêşandan, TOMA
    © AFP 2017/ ILYAS AKENGIN

    BEDLÎS
    Yek ji cihên ku çalakiya kepeng girtinê hate kirin navçeya Norşîn a Bedlîsê ye. Li Norşînê jî esnaf derabe venekir û êriş û dorpêça hêzên dewletê ku bi ser bajarên kurdan de pêk tînin protesto kir. Li navçeyê ji bilî firin û dermanxaneyan her der girtî ye. Li navçeyê li gelek noqteyên lêgerînê hatin danîn.

    YAŞANAN KATLİAMLARI PROTESTO ETMEK İÇİN NORŞEN ESNAFI KEPENK AÇMADI..

    Posted by Tatvan sayfası on 28 Aralık 2015 Pazartesi

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê polêsan zarokek din jî kuştin
    Polêsan êrişî meşa Sûrê kirin
    Li Mersînê welatiyek hat kuştin û 3 birîndar bûn
    HSDê, 3 gund û 3 gundik rizgar kirin
    Li Cizîrê teqîn: 3 çawîşên pispor hatin kuştin
    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye
    Etîketan:
    Norşîn, Farqîn, Kop
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de