01:55 25 Hezîran 2018
Sûriye, Îdlîb

79 kes hatin kuştin

© REUTERS / Ammar Abdallah
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Sûriyê ku 4 sal in şerê navxweyî didome di heyama rojeke de 13 zarok û 6 jin ligel 60 kesên din hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan — Li gor danayên çalakvanên rêxistinên mafên mirovî ser medyaya civakî belav kirine, duh di 26ê Berfanbarê de li çend bajarên cuda yên Sûriyê 79 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan, 13 zarok, 6 jin li gel 79 kesên din duh jiyana xwe ji dest dane. Yek ji wan kesên jiyana xwe ji dest dane bi êşkenceyê hatiye kuştin.

Hejmar û bajarên kesên jiyana xwe dest dane ev in:

Heleb: 34
Şam: 18
Îdlib: 13
Hamma: 5
Reqa: 3
Dera: 3
Hims: 2
Deyrê Zor: 1
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ji destpêka şerê Sûriyê yê navxweyî heya niha zêdetirî 250 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

 

Bi heman mijarî:

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)
YPG û hêzên Sûriyeya Demokratîk çemê Firatê derbas kirin
Zaxarova: Bila nûçeyên xaza Sarînê ku çûye Sûriyeyê werin lêkolîn kirin
Li sînorê Iraq û Sûriyeyê 120 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
Rûsya: Li Sûriyeyê me li hezar û 93 hedefên terorîstan xist
Etîketan:
NY, kuştî, mirin, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de