17:56 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Ferşîd Emînî

    Çarenivîsa xwendekarekî Kurd nediyar e

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6611

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê (KURDPA) xwendekarekî kurd ê Zanîngeha Tehranê piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hate binçavkirin çarenivîsa wî nediyar e.

    Navenda Nûçeyan — Xwendekarê sala dawîn ê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Tehranê Ferşîd Emînî roja sêşemê 22ê Çileya Pêşîn a 2015an ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate binçavkirin û heta niha derbarê sûç û cihê girtina wî de tu zanyariyeke berdest nîn e.

    Her çiqas malbat, kes û karên Emînî serî li navendên ewlehî û dadweriyê dabin jî heta niha tu bersiveke erênî ji meqamên hikûmî wernegirtine.

    Hêjayî gotinê ye ku Ferşad Emînî xwendekarekî çalak ê kurd ê Zanîngeha Tehranê ye û di piraniya xebatên jîngehî û civakî de roleke çalak hebûye.

    Etîketan:
    kurd, Ferşîd Emînî, tehran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de