08:16 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyaya Demokratîk

    HSDê, 3 gund û 3 gundik rizgar kirin

    © Foto: nerinaazad.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat ragihandin ku di pêngava rizgarkirina başûrê Kobanê de HSDê 3 gun û gıundik ji xwînrijan rizhar kirin.

    Kobanê - Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ku pêngava ‘Hemleya paqijkirina gundewarên başurê Kobanê ya ji çeteyan' dabû destpêkirin, bi rizgarkirina gundan re berdewam dike.

    Ajansa Nûçeya Firatê ragihand ku HSDê piştî rizgarkirina 5 gund û 2 gundikan, 3 gundên bi navê Bîrdamê, Tenduşanê, Miwaliyê û 3 gundikên girêdayên wan ên li başurê bajaroka Sirînê dikeve rizgar kirin.

    Hat ragihandin ku bi rizgarkirina van gundan re gelek cebilxaneyên wekî doçkayek, zincîra wî ya 100 libî û qutiya doçkayê, biksiyek û gelek guleyên wî, 8 rext, 4 çente bisvîng û 15 roketên wî, gelek guleyên hewanê ku hejmara wan nehat hînbûn û her wiha 14 cenazeyên çeteyên DAIŞê ketin destê HSDê.

    Di van pêvçûnan de xwînrijên DAIŞê xwe paşve dikşînin, welatiyên sivîl ji xwe re dikin mertal. Hat gotin ku şervanên HSDê ji bo zirar negihije welatiyan û pir baldarî pêşve diçin.

     

    Bi heman mijarî:

    HSDê Tîşrîn rizgar kir û gihîşt Çiyayê Girêdan
    HSDê hewl dide ku Bendava Teşrînê ji destê komên xwînrij derxe
    HSDê 5 gundên din ji DAIŞê paqij kir
    HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Sirrîn, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de