19:16 23 Hezîran 2018
operasyon - qedexe - êriş - teqîn - şer

Li Cizîrê teqîn: 3 çawîşên pispor hatin kuştin

AA/ Kaan Bozdoğan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li navçeya Cizîrê dema wesayîta zirxî xwest ku têkeve taxê teqîn pêk hat. Hat gotin ku kuştî û birîndar hene.

Cizîr - Navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14 roj in di bin dorpêç û êrişeke giran de ye.

Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku di saetên nîvro de li taxa Nûrê wesayîtekê ku tê de gelek leşker hene dema xwestiye ku têkeve taxê 2 teqînên dijwar pêk hatiye.

Di nûçeyê de hat gotin ku di encama teqînê deherî kêm 3 çawîşên pispor hatin kuştin û 1 çawîşekî pispor, 1 polês jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku wesayîta ku di encama teqînê de derbê giran xwariye, bi tankê girêdane û ji cihê bûyerê birine.

Derbarê vê bûyerê de ji hêla artêşa tirk tu daxuyanî bi dest neket.

Bi heman mijarî:

Li Cizîrê çawişekî pispor hat kuştin û 2 jî birîndar in
Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
Li Cizîrê polêsê muhafizê qeymeqam hat rewandin
Etîketan:
Cizîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de