21:48 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattîn Demîrtaş

    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19020

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş biryara betalkirina hevdîtina bi Serokwezîr Davutoglu re nirxand û got "Heyfa vî welatî ye. Heya ku hikumet li hemberî gel şer hilbijêre, her zindî jî mecbûr e ku xwe biparêze.'

    Amed - Hevserokê Giştî ya HDPê Selahattin Demirtaş piştî Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk, pirsên rojnamevanan bersivand.

    Demirtaş, derbarê betalkirina hevdîtina bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re axivî û wiha got: ‘Bila li hincetan negerin. Dema ku polîtîkaya neçareseriyê, polîtîkaya tundiyê, polîtikaya terbîyekirina bi tank û topan re di meriyetê de be, tiştek were gotin tune ye. Lê em bi hêrs û tolhildanê siyasetê nakin. Em her car tînin ziman ku divê riya diyalog û muzakereyê her tim vekirî be.'

    Demîrtaş ji bo Serokwezîr Davutoglu got: ‘Wisa bi helwestên xeydok ev welat nayê rêvebirin. Heyfa vî welatî ye.'

    Demîrtaş destnîşan kir ku hikumeta AKPê ji bo bi wan re hevdîtin neke li pey hincetan bûye û wiha pê de çû: ‘Eger bi israr, bi tank û topan zarokan bikujin em ê jî bi hemû derfetên di dest de li hemberî zilmê li ber xwe bidin. Tercîh ne ya me, ya hikumetê ye. Heya ku hikumet li hemberî gel rêbaza şer hilbijêre, her zindî jî mecbûr e ku xwe biparêze. Tercîh ya hikumetê ye. Gel aşitî dixwaze, hikumet şer dixwaze.'

    Bi heman mijarî:

    Encamnameya kongreya KCDê hate diyarkirin
    Li dijî 2 wesayîtên zirxî êriş: Gelek polês û leşker hatin kuştin
    Dewleta tirk li 5 bajarên Swêdê hat şermezarkirin
    HPGê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir
    Li Bazîdê dikan nehatin vekirin
    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) damezrandina xwe îlan kir
    Etîketan:
    HDP, Ahmet Davutoglu, Selahattin Demirtaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de