10:19 22 Sibat 2018
Zindî
    YJA STAR

    HPGê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir

    © Foto: Bestanuçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HPGê derbarê şerê li Kerboranê de daxuyanî da û diyar kir ku 3 şervanên wan jiyanên xwe ji dest dane.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, ragihand ku di şerê Kerbaranê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest daye û welatiyekî sivîl jî bûye hedefa hêzên dewletê.

    Li gorî nûçeyê daxuyaniya ku HPGê daye wiha ye: ‘Roja 26ê Kanûnê saet di 14:00 de li derdora gundê Mêranê yê navçeya Mêrdîn Kerboranê, di navbera komeke gerîla ya bi erka xwe radibû û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 3 gerîlayên me li ber xwe dan û di encama şerê ku bi teqwiyeyeke zêde ya leşkerî de 3 hevalên me şehîd ketin. Welatiyekî sivîl ê bi navê Rêzan Baran ê li herêmê bû, di dema şer de ji ber guleyên leşkeran jiyana xwe ji dest da.'

    Nasnameyên eşkerekirî wiha ne:

    ‘Nasnav: Ferhat Amed
    Nav-paşnav: Serhat Nazlier
    Cihê ji dayikbûnê: Amed
    Dem û cihê: 26ê Kanûna 2015 / Mêrdîn

    Hêzên PKKê
    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Nasnav: Rêzan Bahoz
    Nav-paşnav: Îrfan Erol
    Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
    Navên dê-bav: Turkan-Faysal
    Dem û cihê: 26ê Kanûna 2015 / Mêrdîn

    Nasnav: Kûrtay Amed
    Nav-paşnav: Osman Karadenîz
    Cihê ji dayikbûnê: Amed
    Dem û cihê: 26ê Kanûna 2015 / Mêrdîn'

    Derbarê kuştina welatiyê sivîl de ji hêla rayedarên tirk de tu agahî bi dest neket.

    Bi heman mijarî:

    HPG: '4 leşker, 3 jî polês hatin kuştin'
    HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
    HPG û YJA Star: Dewleta tirk bi cesareta ji nokerên kurd digire, êrişî gel dike
    HPG: 6 Tîmên Taybet hatin kuştin
    HPG: ‘Li Amedê 4, li Nisêbînê jî 6 leşker hatin kuştin'
    HPGê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
    Nasnameya şervanekî HPGê hate eşkerekirin
    Etîketan:
    Kûrtay Amed, Rêzan Bahoz, Ferhat Amed, Kerboran, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de