02:01 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Koalîsyona dijê DAIŞê

    BAŞÎQ- Di navbera DAIŞ û hêza sunî de topbaraneke dijwar

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1001

    Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine fermandarekî Pêşmerge, li Başîqê di navbera DAIŞ û hêza sunî ya bi navê Heşda Wetenî de şerekî dijwar dest pê kiriye û topbaran berdewam e.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Hêza Bejayî ya 112an a Pêşmerge Heysem Reşîd ragihand ku îro saet 13:30an di navbera terorîstên DAIŞê û Heşda Wetenî ya sunî de şerekî giran ê bi topan dest pê kiriye.

    Heysem Reşîd derbarê pêvajoya şer de wiha got: ‘Topbaranê ji 2 saetan zêdetir berdewam kir û balafirên şer ên Hevpeymaniya Navneteweyî gihiştin deverê ku dest bi bombebarana DAIŞê kirin.

    Li gorî agehiyên berdest herî kêm endamekî Heşda Wetenî hatiye kuştin û ji ber ku topbaran hê jî berdewam e, ziyana giştî bi temamî nehatiye bidestxistin.

    Hêjayî gotinê ye ku parêzgarê berê yê Mûsilê Usame Nucêfî fermandariya Heşda Wetenî ya sunî dike. Ew hêz li navenda Gudadê ya Başîqê bi cih bûye û bi qasî 1000 serbaz, berbaz û leşkerên Tirkiyayê bi çekên xwe yên giran ve li wir in.

    Bi heman mijarî:

    Encamnameya kongreya KCDê hate diyarkirin
    Mihemedê Hacî Mehmûd ‘xelata bavê şehîdan’ wergirt
    Li Hesekê pirtûkxane şewitî
    Êriş û qedexeyan denbêjekî kurd kuşt
    Ji Rûsyayê hişyarî: ‘Welatê me ji Ewropayê ewletir e’
    Etîketan:
    çekên giran, ziyana giştî, topbaran, şerê giran, Hevpeymaniya Navneteweyî, Fermandariya Heşda Wetenî, Hêza Bejayî ya 112an a Pêşmerge, Usame Nucêfî, Heysem Reşîd, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de