11:59 20 Hezîran 2018
Dengbêjê navdar Salihê Şirnexî ji ber qedexe û êrîşên li ser Silopiyê jiyana xwe ji dest da

Êriş û qedexeyan denbêjekî kurd kuşt

© Foto: Fecebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Salihê Şirnexî ji ber qedexe û êrişên li ser Silopiyê jiyana xwe ji dest da.

Sîlopî - Li navçeya Silopî ya Şirnexê, qedexe, dorpêç û terora dewletê ku ev 14 roj in bênavber berdewam dike, bû sedema nirxekî mezin a çand-hunera kurdî jî wenda bibe.

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku yek ji dengbêjên herî navdar ê herêma Botanê, dengbêj Salihê Şirnexî (Salih Erener) jî jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Şirnexî, ji ber topbarana giran li mala xwe ya Taxa Karşiyakayê rewşa wî xirab bûye lê ji ber êrişan ambûlans neçûye taxê û li mala xwe jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Şirnexî li malê tê rawestandin.

Şirnexî, li herêma Botan weke ‘Dengbêjê dilan' dihat nasîn. Bi taybet, strana wî ya li ser Bişeng Anik ê ku di 1992an de li Şirnexê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, ji alî gel ve pir dihat nasîn û hezkirin. Şirnexî li dû xwe gelek berhemên giranbiha hiştin.

Bi heman mijarî:

Li Sîlopiyê 4 jê giran bi dehan birîndar bûne !
Li Sîlopiyê zarokekî kêmlebat hate kuştin
Li Sîlopiyê 8 polês birîndarin
Li Sîlopiyê derketina derve hat qedexekirin
Etîketan:
Salihê Şirnexî, Şirnex, Sîlopî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de