10:29 24 Hezîran 2018
CDK-F - Kurdên li Fransayê

Dewleta tirk li 5 bajarên Swêdê hat şermezarkirin

© Foto: Yeni Ozgur Polîtîka
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Kurdistaniyên li Swistreyê êriş, qedexe û kuştinên li bajarê kurdan pêk tê bi meş û çalakiyan şermezar kirin.

GOTEBORG: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, bi qasî 100 Kurdistanî li Parka Brûnnê li hev civiyan û bi dirûşmeyan dewleta tirk şermezar kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Abdullah Devecî li vir peyivî û bang li hemû Kurdistaniyan kir, ku bala xwe li ser rewşa Bakurê Kurdistanê be.

KALMAR: Li ber dêra mezin a li bajarê Kalmarê jî, Kurdistanî saet di 13:00 de li hev civiyan û ber bi Meydana Lamtorgetê meşiyan. Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina dewleta tirk û DAIŞê dowîz û pankart vekirin.

GAVLE: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr xwepêşandanek hat lidarxistin. Nûnerê PYDê yê Awûstûryayê Dr. Sebrî ku ji bo serdanekê li Swêdê ye, li vir axivî.Dr. Sebrî got: ‘Çawa ku di pêvajoya Kobanê de me têkoşîna xwe bi biryardarî meşand, niha jî em ê bi heman biryardariyê li ber xwe bidin. Em ê vê dorpêçiyê bi berxwedana gelê xwe û desteka gelê xwe yê li Ewropayê bişikîne. Di demeke nêz de em ê mizgîniyê werbigirin.'


BORLANGE Û GAVLE: Gelê kurd li vir jî bi girseyî êriş,qedexe û kuştinên li bajarên kurdan şermezar kirin

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê jineke ciwan, ji bo şermezarkirina dewleta tirk, çalakiyeke balkêş pêk anî. Jina ciwan rêya herî qelebalix a Stockholmê li çûn û hatinê girt û li kolana Drottnîngsgatanê kefenê bi xwîn li xwe kir û devê xwe bi bandê girê da. Jina ciwan dowîza bi nivîsa ‘Dema hûn Noelê pîroz dikin, em şîna bi sedan zarokên kurd ên ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin, digirin' hilgirt.

 

Bi heman mijarî:

Li Kerboranê teqîna dijwar
Rûsya: Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê ji Sûriyayê re ewlehî anî
Li Stenbolê 5 ciwan hatin binçavkirin
Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
Li dijî 2 wesayîtên zirxî êriş: Gelek polês û leşker hatin kuştin
Serokwezîrê Kurdistanê bi Serokomarê Tirkiyayê re civiya
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)
Etîketan:
Dr. Sebrî, Swistre
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de