07:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

    Serokwezîrê Kurdistanê bi Serokomarê Tirkiyayê re civiya

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7901

    Di çarçoveya serdana xwe ya li Tirkiyayê de, duh roja şemiyê (26.12.2015) Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyayê Erdogan re civiya.

    Stenbol — Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan rewşa herêmî ya giştî û pêwendiyên navbera Tirkiya û Herêma Kurdistanê nirxandin.

    Di vê çarçoveyê de Erdogan diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo Tirkiyayê gelek girîng in û ji bo xurtkirina pêwendiyên dostane xebatên wan dê berdewam bin; herwiha di hemû waran de piştevaniya Tirkiyayê ya ji bo herêma Kurdistanê, bi taybetî jî di şerê  li dijî DAIŞê de dê bidome.

    Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê her diçin xurt dibin û got: ‘Li ser navê xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya leşkerî û însanî ya pêşkeşkirî sipasiya Tirkiyayê dikim. Hêvîdar im ku di warê bazirganî û aborî de em her du alî jî zêdetir giringiyê bidin pêwendiyên xwe.

    Di dawiya civînê de her du aliyan jî daxuyand ku dîdar û hevdîtinên di navbera Tirkiya û Herêma Kurdistanê de girîng in; ji bo derbasbûna vê rewşa krîtîk divê ewlehî û aramî li herêmê serdest bin.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)
    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) damezrandina xwe îlan kir
    Li Bazîdê dikan nehatin vekirin
    Êrişên li ser Efrînê dewam dikin
    Kendal Nezan: ‘Du salên pêşiya me ji bo kurdan gelek girînge'
    Di hevdîtina Davutoglu û Barzanî de kîjan mijar derketin pêş
    Etîketan:
    ewlehî û aramî, rewşa krîtîk, alîkariya leşkerî û însanî, Nêçîrvan Barzanî, Recep Tayyip Erdogan, Herêma Kurdistanê, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de