18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk li rojavayê Firatê pêşve diçe

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajarokê Teşrînê rizgar kirin (Hate nûkirin)

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    193520

    Hêzên HSDê di çorçoveya pêngava rizgarkirinê de gihiştîn ber bajaroka Teşrînê.

    Kobanê - Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya pêngava rizgarkirinê de, piştî ku Bendawa Teşrînê bidest xist û Ava Feradê derbas kir niha jî gihîşt ber bajaroka Teşrînê.

    Hate ragihandin ku di navbera hêzên HSDê û çeteyên DAIŞê de di lojmanên ketina Teşrînê de pevçûnên tund diqewimin.

    Her wiha, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞê ku ji aliyê Minbîcê dihat, beriya ku bigihe hedefa xwe ji aliyê şervanên HSDê ve hate îmhakirin.

    Hate zanîn ku çeteyên DAIŞê yên nikarin xwe li ber HSDê bigirin, sivîlan ji bo xwe dikin mertal û ji ber vê yekê jî şervanên HSDê bi kontrol pêv ve diçe.

    Her wiha hate ragihandin ku, çeteyên DAIŞê yên ji pêşketina HSDê ketiye nav tirsê, ji Minbîcê ber bi Babê ve direvin.

    09:28 — Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di operesyona xwe ya rizgarkirina gundewerên başûrê Kobanê de derbasî aliyê rojavayê çemê Firatê bûn pêşveçûna wan dewam dike.

    Hêzên HSDê ku duh Bendava Tişrinê ji destê çeteyan rizgar kirin û derbasî aliyê din ê Çemê Firatê bûn pêşve diçin.

    ANHAyê ragihand ku pêşveçûna hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê bi serkeftî didome.

    Şer niha li Çerxereya Bendava Tişrîn a li ser riya ketina bajarokê Tişrînê di navbera şervanên HSDê û çeteyên DAIŞê dewam dike. Li gorî agahiyan, di vî şerî de bi dehan endamên DAIŞê hatine kuştin û birîndar bûne, cenazeyên çend endaman jî ketin destê şervanan.

    Li vê qadê şer bi dijwarî berdewam dike û şervanên HSDê pêş de diçin.

    Hamd olsun!!!YPG Teşrin Barajı'na bayrak dikti!!!Ayrıntılar… http://sptnkne.ws/au6r

    Posted by Rojev — Gündem Yeni on 27 Aralık 2015 Pazar

    Bi heman mijarî:

    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) damezrandina xwe îlan kir
    Li Bazîdê dikan nehatin vekirin
    Êrişên li ser Efrînê dewam dikin
    Kendal Nezan: ‘Du salên pêşiya me ji bo kurdan gelek girînge'
    Di hevdîtina Davutoglu û Barzanî de kîjan mijar derketin pêş
    Dadgeh serlêdana ji bo qedexeya derketina ji malan bên rakirin redkir
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Bendava Teşrînê, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de