08:09 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demîrtaş: Bend û xendek li dijî biryara Enqereyê hatine avakirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1501

    Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş di civîna KCDê de ragihand ku bend û xendek li dijî biryara Enqereyê hatine avakirin.

    Navenda Nûçeyan — Demîrtaş di axaftina xwe de got, bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê, li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin. Ji xwe xwerêveberî daxwazeke nû nîne. Daxwazeke ku bi sedan salan e gel dixwaze ye.

    Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe ya li kongreya KCDê de û got, ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên di vê demê de bi serbilindî sekinînin û li ber xwe dan, dikim. Kurd wê êdî li erdnîgariya xwe bibin vîneke siyasî.

    Demîrtaş di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mafê xwerêveberiyê ji bo hemû gelan mafekî rewa ye û da zanîn ku beşeke girîng a beyanameya wan a hilbijartinê, xwerêveberî ye. Nîqaşên bi şêweyê "di encama bend û xendekan de daxwaza xwerêveberiyê derket holê" nîqaşeke şaş e. Bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê, li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin. Ji xwe xwerêveberî daxwazeke nû nîne. Daxwazeke ku bi sedan salan e gel dixwaze ye.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: ‘Hikûmetê meşrûyeta xwe winda kiriye'
    Hevdîtina Demîrtaş û Lavrov bi dawî bû
    Demîrtaş, ajandeya xwe ya Moskovayê eşkere kir
    Di serdana Demîrtaş ya Moskovayê de çi heye?
    Rûsya: Dibe Lavrov û Demîrtaş hevdîtinê bikin
    Etîketan:
    Koma Civakê Kurdistanê (KCK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahatîn Demîrtaş, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de