23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    2 zarokên hatin kuştin li Liceyê hatin oxirkirin

    2 zarokên hatin kuştin li Liceyê hatin oxirkirin

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Cenazeyên Şoreş Mutlu û Sezgîn Demîrok ên li Amedê ji aliyê tîmên taybet ve hatin kuştin li Liceyê ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin.

    Amed - Cenazeyên Mutlu û Demîrok piştî karên otopiyê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl hatin wergirtin û birin Liceyê. Konvoya cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

    Birayê Demîrok Ramazan Demîrok li ser gora birayê xwe axivî û got: ‘Birayê min bi nemerdî hat înfazkirin û ji bo azadiya gelê kurd ez dê têkoşîna birayê xwe bilind bikim.'

    Hevserokê Rêxistina HDPê yê Amedê Omer Onen jî diyar kir ku gelê kurd van înfazan ji bîr nakin û dê têkoşîna wan a azadiyê bilind bikin.

    Parlementerê HDPê yê Amedê Ziya Pîr jî di merasîma cenazeyê Soreş Mutlu da axivî û got ‘Dewlet plansaziya gelê kurd tune bike dike.

    Pîr anî ziman ku ji serdema Şêx Saîd heya niha dewlet hewil dide kurdan tune bike û wiha got: ‘Lê çi bikin bila bikin nikarin kurdan tune bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê 3 welatî hatin kuştin
    Li Sûrê li dijî gel û siyasetmedaran êriş
    Li Sûrê teqîn: Çawîşekî pispor hate kuştin
    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Li Sûrê teqîn û şerê dijwar berdewam e
    Etîketan:
    HDP, DBP, Sezgîn Demîrok, Şoreş Mutlu, Amed, Sûr, Lice
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de