17:57 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Suryaniyan ji ber êriş û kuştinên li bajarên kurda, Noel pîroz nekirin

    Suryaniyan ji ber êriş û kuştinên li bajarên kurdan, Noel pîroz nekirin

    © Foto: Turizm Rehberi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Ji ber kuştin, dorpêç û êrişên li bajarê kurdan ku ji hêla hêzên dewletê ve pêk tê Suryaniyan Cejna Noelê pîroz nekirin.

    Mêrdîn - Suryaniyên li Kurdistanê dijîn, Cejna Noelê li Dêra Mor Şmonî bi ayînekê pêşwazî kirin. Cejna Noelê ku her sal bi kêf û coş dihat pîrozkirin, îsal ji ber kuştinên dewletê ku li bajarê kurdan pêk tîne, bi xemgînî hat pêşwazîkirin.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand, Metropolîtê Suryanî yê ku li dêrê serdan qebûl kir, bal kişand ser komkujiyên li navçeyên derdora Mîdyadê û got: ‘Gava xwişk û birayên me tên kuştin, em nikarin cejna xwe pîroz bikin. Qedexeya derketina derve ya li herêma me û kuştina mirovan, êşên mezin bi gelê kurd û gelên din didin kişandin. Bi hêviya ku Cejna Noelê bibe wesîle ji aştiyê re, me îro li dêr dûa kirin.'

    Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yûhhana Aktaş diyar kir ku Kurdistan di nava dorpêçiya ji agir de ye, lewma wan li şûna pîrozbahiyê bi tenê ayîn kirine.

    Aktaş got: ‘Ji ber komkujiyên li gelê herêmê tê kirin, em hemû niha di nava şînê de ne. Navçeyên derdora me hatine dorpêçkirin, her roj mirov tên qetilkirin. Di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin cejnê pîroz bikin? Bi tenê me dûa kir, ji bo ev şer bisekine. Rewşa kaotîk a li herêmê bandorê li ser Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Êzidiyên bi hezaran salan bi hev re dijîn dike. Hêviyeke me ya bi tenê heye, ew jî; bila Noel bibe wesîle ji aştiya civakî re.'

    'ERDNÎGARIYA ME KIRIN DOJEH'

    Ji nûnerên Civata Suryanî Samî Akyol jî da xuyakirin, ku di demeke li hemberî kurdên birayê wan komkujî tê kirin de, wan cejn pîro znekirine û got: ‘Erdnîgariya me ya ji jiyana hemû çand û baweriyan, bi tank û topan kirin dojeh. Bi mehan e mirov li malên xwe tên ragirtin. Nepêkan e ku di vê demê de em cejnê pîroz bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Heta demeke nêzîk portala KURDBOOK dest bi kar dike
    Girê Spî rojbûna Hz. Mihemmed pîroz dike
    Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
    Kurdên li Fransayê çalakî li dar dixin
    HSDê 5 gundên din ji DAIŞê paqij kir
    Li Girê Spî ji bo tirkmen û ermeniyan dibistan tê vekirin
    TAYBET - PYD: Rûsya heyfa temamê Ewropa ji DAIŞê distîne
    Etîketan:
    Komeleya Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê, Samî Akyol, Yûhhana Aktaş, Midyat, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de