17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Emer Eluş

    Li Girê Spî ji bo tirkmen û ermeniyan dibistan tê vekirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8611

    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Rojava li Girê Spî ji bo ermeniyan dêr û dibistanê vedike.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Rojava li Girê Spî ji bo ermeniyan dêr û dibistanê vedike.

    Berpirsê TEV-DEMê yê Girê Spî Emer Eluş derbarê proje û xebatên xwe de ji nûçegihanê Spûtnîkê re axivî û got em ê li herêma Rojava li Girê Spî ji bo ermeniyan dêr û ji bo tirkmenan em ê dibistanan vekin. Ermenî wê bi ermenîkî û tirkmen jî wê bi tirkî perwerdeyê bibînin.

    Dêra ku DAIŞê kiribû girtîgeh nû vedibe

    Emer Eluş di axaftina xwe de got, li bajarê Girê Spî hemû gel bi hev re wekî bira dijîn. Tirkmen, ereb û ermenî birayên me ne. Di demeke nêz de em ê ji bo tirkmenan dibistanê vekin û em ê hemû pêwistiyên wan bi cih bînin û ji bo gelê ermenî jî em dêrê vedikin. DAIŞê dêra Girê Spî kiribû girtîgeh û niha em wê restore dikin û demeke nêz de wê vebe û ermenî ji vê gelekî kêxweş in.

    Hemû reng tevlî rêvebiriyê dibin

    Eluş di berdewamiya axaftina xwe de got, em wekî TEV-DEM û Rêvebiriya Xweser ya Demokratîk girîngiyê didin pêkve jiyanê. Lewma ermenî jî li Girê Spî di nava Rêvebiriya Xweser ya Demokratîk de cih digrin, heta hinek parezvan jî di nav de ne. Çikas saziyên me yên bajêr hene ermenî jî û tirkmen jî cihên xwe digrin. Herkesê ku li vî bajarî dijî xwediyê vî bajarî ye.

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM: 'Dewleta tirk ne li bendê bû ku destwerdana Rûsya di vê astê de be'
    Endamê TEV-DEMê li girtîgeha Şamê bi îşkenceyê hate kuştin
    TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'
    TEV-DEMê bersiv da ENKSê
    TCK: 'TEV-DEMê endamên me îşkence kirin'
    Etîketan:
    Rêvebiriya Xweser a Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Emer Eluş, Sûriye, Girê Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de