14:45 17 Kanûn 2017
Zindî
    Zarokê kurd li cinazeyê xwe digirî

    Ji 7ê Hezîranê heta îro: 42 zarokên kurd kuştin û 52 jî birîndar kirin

    © Sputnik/ ozgur gundem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê saziyên civakî, akademîsyen, hunermend û parlamenterên Tirkiyayê li ber deriyê Parlamentoyê ji bo rawestandina kuştina zarokên kurd çalakiyek li dar xist. Herwiha bo saziyên civakî jî banga parastina zarok û ciwanan hate kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarên kurdnişîn ên Tirkiya ji 7ê Heziranê heta niha rewşa aloz û qedexeya derketina  derve berdewam e. Di encama operasyonan de 42 zarok ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û 52 jî birindar bûne.

    Di çalakiyê de Berpirsyara Komeleya Mafên Zarokan Ezgî Koman got: ‘Îro hinek daxwazên me ji parlomentoyê dikin. Bila endamên partiyan biçin herêmê, li wê derê komisyonên mafên mirovan saz bikin û raporeke berfireh amade bikin. Bila rojnameger û parezvanên mafên mirovan jî biçin wê derê. Ji ber ku agahiyên baş ji herêmê nayên.’

    Herwiha Parlamentera CHPê ya Enqereyê Şenal Sarihan jî wiha axivî: ‘Em îro nikarin zarokên xwe biparêzin û her roj ew tûşî kuştinan tên. Zarokên herêma kurdnişîn jiyana girtigehê dijîn. Divê li hêremê dawî li kuştinan were û ji bo zarokan qadên ewle bên çekirin.’

    Çalakvanan diyar ku divê qedexeya derketina derve bê rakirin û dewlet li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî tevbigere û diyalogeke li ser bingehê azadî, aştî û demokrasiyê bide destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    KOMELE: 'Divê kurdên rojhilatî bi kongreyekê dengên xwe bilind bikin'
    Rûsya: Me li sînorê Iraq û Tirkiyeyê 12 hezar tankêrên petrolê tespit kirin
    Heyeta CHPê ya parlamenteran gihîşt Amedê
    Li Cizîrê çawişekî pispor hat kuştin û 2 jî birîndar in
    Li Afganîstanê qezaya trafikê : 25 mirî
    2 birîndarên Cizîrê jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    encama operasyonan, rewşa aloz, Peymana Navneteweyî ya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, kuştina zarokên kurd, hêzên ewlehiyê, kuştina plankirî, qedexeya derketina derveyî malan, îşkence, Komeleya Mafên Zarokan, Partiya Komara Gel (CHP), Şenal Sarihan, Ezgi Koman, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de