17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Navenda Giştî yê Chpê

    Heyeta CHPê ya parlamenteran gihîşt Amedê

    © Foto: chp.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1501

    Heyeta Partiya Komarî a Gel (CHP) ku ji 6 parlamenteran pêk dihat gihîşt Amedê.

    Navenda Nûçeyan — Heyeta CHPê ku Alîkara Serokê Giştî Selîn Sayek jî di nav de 6 parlamenterên jin ji bo dorpêç û qedexeya li dijî navçeya Sûrê di cih de lêkolîn bikin gihîştin Amedê.

    6 parlamentedêr jin ên CHPê ji bo balê bikşînin qedexe û rewşa awarte yên li bajarê kurdan û tiştên diqewimin di cih de lêkolîn bikin çûn Amedê. Parlamerterên CHPê Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Selîn Sayek, Elîf Dogan Turkmen, Melîke Basmaci, Nurhayat Kayisoglu, Gamze Îlgezdî, Zeynep Altiok dê li avahiya Rêxistina CHPê ya Amedê bi keyayên taxên Sûrê ve bên cem hev.

    Piştî hevdîtinan heyeta CHPê dê hewl bide ku here Qada Şêx Saîd û bikeve Sûrê.

    Heyet saet di 14.00'an de ji bo çavdêrî û lêkolînên xwe parve bikin li Odeya Hesabgiran civîna çapemeniyê li dar bixe. Piştî civînê jî heyet dê bi welatî û esnafên Sûrê re hevdîtinê pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta CHPê digel Kiliçdaroglu diçe sersaxiya malbata Elçi
    CHPê ji bo Erdogan got: ‘Polîtîkaya derve karê begtiyê nîne'
    CHPê derbarê xistina balafira rûsî de daxuyanî da
    CHPê serî hilda: Erdogan dîsa dê biser bikeve
    Ji 42 serokên şaxên CHPê, banga kongreyê
    Etîketan:
    Partiya Komara Gel (CHP), Melîke Basmaci, Elîf Dogan, Selîn Sayek, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de