00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Cizîr cenaze

    2 birîndarên Cizîrê jiyana xwe ji dest dan

    © Foto: Siyasi Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1310

    Di êrişa hêzên Tirkiyeyê ya şevedin de 2 kesên ku birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Di êrişa hêzên Tirkiyeyê ya şevedin li ser navçeya Cizîra Şirnexê de 2 kesên ku birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dan.

    Li taxa Yafes a navçeya Cizîra Şirnexê leşkerên tirk duhî êvarê ji girê Ser Bane Cirf êrîş kiribûn. Di êrişê de Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal bi girîndarî birîndar bibûn û îro jiyana xwe ji dest dan.

    Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal ê di vê êrîşa hêzên dewleta tirk de bi giranî birîndar bibûn, rakiribûn nexweşxaneyê, lê jiyana xwe ji dest dan. Halil Uzun ê di heman êrîşê de birîndar bû, tê dermankirin. Cenazeyê Ozdal û Yanik rakirin Morga Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê.

    Bavê sê zarokan Haci Ozdal ê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ku birayê Abdullah Ozdal ê berî 3 mehan li Cizîrê hatibû kuştin. Abdulmecît Yanik jî birayê Davut Yanik e yê ku li heman kolanê birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê: Li Cizîrê gelek kuştî û birîndar hene
    Li Cizîrê welatiyek bi topa tankê hat kuştin
    Dengê Amerîkayê: Gotina ‘biratiya gelan’ li Cizîrê hat kuştin
    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Li Cizîrê 2 kesên din jî ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Haci Ozdal, Abdulmecît Yanik, Davut Yanik, Abdullah Ozdal, Cizîr, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de