21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês, tîmên taybet, şer û pevçûn li Sûrê

    Ji HDPê û DBPê banga lezgîn !

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 212521

    Rêxistinên HDPê û DBPê yê Amedê bang li hemû gelê bajêr kir ku bila herkes ji bo Sûrê li ber avahiyên partiya wan kom bibe.

    Tîmên taybet ên Tirkiyayê
    © Foto: Rojeva Kurdistan
    Amed -Hevserokê DBPê yê Amedê Hafize Îpek ji bo gelê Sûrê ku ev 23 roj in di bin dorpêç û êrişên hêzên dewletê de nin li gelê Amedê banga xwedîderketinê kir.

    Îpek daxuyaniya xwe de got: ‘Agahî gihiştiye destên me ku di saetên êvarê de li cadeya Turistikê ya navçeya Sûrê li ser welatiyan de gule hatiye reşandin û di encamê de kuştî û birîndar hene.'

    Îpek ji bo ku kuştinên din pêk neyên bang li gelê Amedê kir ku saet 18:00an de hemû kes li ber acahiyên DBP û HDPê kom bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê 3 welatî hatin kuştin
    Li Sûrê li dijî gel û siyasetmedaran êriş
    Ji bo Sûrê banga lezgîn
    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Etîketan:
    HDP, DBP, Hafîze Îpek, Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de