13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    çekên giran

    FLAŞ ÎDIA - Hikumeta Iraqê çekên giran dide PKKê

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 162111

    Semyon Bagdasarov îdia kir ku hikumeta Iraqê û PKK li hev kirine û wê Bexda çekên giran bide PKKê.

    Navenda Nûçeyan — Hat îdiakirin ku hikumeta Iraqê û PKKê duhî hevdîtinek kirine û wê Bexda çekên giran bide rêxistina PKKê.

    Dîrektorê Navenda Xebatên Asya û Rojhilata Navîn Semyon Bagdasarov îdia kir ku hikumeta Iraqê û PKKê duhî li Bexdayê hevdîtinek kirin.

    Bagdasarov derbarê hevdîtina hikumeta Iraqê û PKKê de ji çapemeniyê re axivî û got, hikumeta Iraqê duhî li Bexdaye bi rêxistina PKKê re hevdîtinek kirin û rayedarên iraqî soz dan PKKê ku çekên giran ji wan re peyda bikin.

    Bagdasarov di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurdan û got, rewşa herêma başûrê rojavayê Tirkiyeyê her diçe ber bi bêaramiyê ve dimeşe û li gorî baweriya min dê rewşa herêmê ber bi şerekî navxweyî be here.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Tirkiye leşkerên xwe yên Mûsilê venekişandiye
    Li sînorê Iraq û Sûriyeyê 120 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li Rûmadî Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê sîng bi sîng şer dikin
    Îran: Em dixwazin têkiliyên Tirkiye bi Iraq û Rûsyayê re baş bibin
    Sipasî ji bo parlamenterên kurdistanî yên li Parlametoya Iraqê
    Etîketan:
    Hikumeta Iraqê, Navenda Xebatên Asya û Rojhilata Navîn, PKK, Semyon Bagdasarov, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de