10:00 24 Nîsan 2018
    YDG-H

    YDG-H: ‘30 tîmên taybet hatin kuştin'

    © AP Photo /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34

    YDG-H derbarê şer, qedexe û êrişên dawî de daxuyanî da û got: '30 tîmên taybet hatin kuştin.'

    Navenda Nûçeyan — Li gelek navçe û bajarên kurdan êriş, qedexe, kuştin û şer berdewam dike.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya Firatê, YDG-Hyê derbarê şerên dawî de daxuyanî da.

    YDG-Hê got: ‘Roja 21ê Kanûnê, hêzên dijmin xwestin bikevin nava taxa li dora Mizgefta Kûrşûnlû ya navçeya Sûrê. Ciwanan bi narincokan bersiv dane hêzên dijmin û li vê derê ji 3 tîmên taybet hatin kuştin.'

    YDG-Hyê wiha got: ‘Roja 21ê Kanûnê li taxa Karadenîzê, ciwanan xwe berdan nava dijmin, hêza dijmin dorpêç kir û di şerê li vê derê de bi zelalî hat tespîtkirin ku dijmin 4 windahî daye.

    Hêzên YPS
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    YDG-H di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 21-22ê Kanûnê de li Silopiyê di encama êriş û çalakiyên wan de 11 tîmên taybet hatin kuştin.

    Li gorî nûçeyê YDG-Hê ragihand ku li Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê jî di encama şerên qewimiye de tevî ser hev 13 tîmên taybet hatine kuştin.

    Derbarê van agahiyên hanê de ji wezîfedarên tirk tu daxuyanî bi dest neket.

    Bi heman mijarî:

    YDG-H: ‘5 tîmên taybet ên hatin kuştin'
    YDG-H: ‘Yên êrişî mizgeftê kirin hêzên dewletê ne'
    YDG-H: 12 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    YDG-H, Sûr, Kerboran, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de