05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Ocalan: PKK û dewleta Tirkiyeyê rexne kir

    © Foto: Yeni Özgür Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49002

    Serokê PKKê Abdullah Ocalan, PKK û dewletê bi ya min nekir êdî tiştekî ku ez bikim nemaye.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Tarafê îdia kir ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan gotiye, şerê niha yê PKKê li nav bajaran de ‘xelet e, gel jî piştgirî nake lewma vê gavê tiştekî ku ez bikim nemaye'.

    Rojnameya Taraf a Tirkiyê, di hejmara xwe ya îro de li ser zarê ‘rayedarên dewletê' îdia kiriye ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ji ber şer û aloziyên vê dawiyê yên li bajarên kurdan, hem PKK rexne kiriye û hem jî dewlet.

    Li gorî nûçeyê, Ocalan bersiva bangên zindîkirina ‘pêvajoya çareseriyê' daye û gotiye, ‘ez ê nekaribim tiştekî bikim çimkî PKKê rewş xelet xwendiye û bûye darê destê hêzên navdewletî. Bi şerê xendekan jiyana gel xistiye metirsiyê. Gel jî ev dîtiye ji ber wê jî pişta PKKê nagire. Ti şerek bêyî piştgiriya gel bi ser nakeve'

    Ocalan ji 6ê Nîsana îsal ve, ne bi malbata xwe re hevdîtin kiriye ne jî bi şanda Îmraliyê ya HDPê re.

    Bi heman mijarî:

    MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
    Ocalan: "Barzanî îrade û serokê kurdan e"
    YDG-H: ‘Ocalan û Qendîl bixwazin em ê şerê bidin sekinandin'
    Sertaç Bucak: Ocalan jî xendeqan napejirîne..
    Ocalan: "PKKê alaya Kurdistanê wekî alaya neteweyî qebûl kir"
    Etîketan:
    Dewleta Tirkiyeyê, PKK, Abdullah Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de