08:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Koçber

    Li Derya Egeyê 8 penaber xeniqîn û 14 kes jî windayî ne

    © Foto: AA/ Özgün Tiran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 810

    Keştiya penaberan ku ji Dikiliya Îzmîrê diçû Yûnanîstanê li Deryaya Egeyê binav bû.

    avenda Nûçeyan — Keştiya penaberan a ku ji Dikiliya Îzmîrê diçû Yûnanîstanê, li Derya Egeyê binav bû. Di bûyerê de 8 penaberan jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî windayî ne.

    Keştiya ku penaber tê de bûn, danê sibehê dema ji navçeya Dikiliya Îzmirê diçû Girava Mîdîllî ya Yûnanîstanê, li peravên nêzî gundê Bademlî binav bû.

    Masîgirên ku dîtin keştî bi nav dibe, agahî da tîmên ewlekariya peravê. Di encama xebatên tîmên ewlekariyê de 6 jê zarok cenazeyên 8 kesan ji nava avê hatin derxistin. Hat ragihandin ku 14 kes jî windayî ne.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyên 15 penaberên kurdên êzidî birin Kurdistanê
    Li Derya Egeyê keştiya penaberan binav bû: 13 mirî
    2 hezar penaberên Kobanî vegeriyan welatên xwe
    Li Didîmê keştiya penaberan binav bû: 11 mirî û 13 windayî
    Berpirsê Kampa Penaberan: 'Êzdiyên ku li kampên penaberan dijîn hewceyî alîkariyê ne'
    Etîketan:
    Mîdîllî, Dikili, Îzmîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de