13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Cizîr

    Li Cizîrê welatiyek bi topa tankê hat kuştin

    © Foto: Bestanûçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8510

    Şevêdin li navçeya Cizîra Şirnexê welatiyek bi topa tankê hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan - Şevêdin li navçeya Cizîra Şirnexê welatiyê bi navê Ferdî Kalkanê 20 salî jiyana xwe ji dest da.

    Ji danê êvarê heta nîvê şevê, li taxa Cûdî gelek malên sivîl ji aliyê Heronan ve hatin tespîtkirin û rastî êrîşa tankan û çekên giran hatin.

    Topbaran û gulereşandina bi çekên giran li Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê, heta ber destê sibehê dewam kir. Ji ber topbaranê gelek xanî hilweşiyan, her wiha şewat derket. Ji ber qedexeyê arkujan nikarîbûn xwe bigihînin cihê şewatê.

    Li taxa Cûdî, li maleke ku topa tankê êvarê lê ket, ciwanê bi navê Ferdî Kalkan ê 20 salî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kalkan ji malê hat rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

    Bi heman mijarî:

    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Li Cizîrê 2 kesên din jî ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin
    Li navçeya Cizîrê leşkerek hat kuştin
    Polêsan li Cizîrê jineke ducanî birîndar kirin (hat nûkirin)
    Li Cizîrê kalê 70 salî hate kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Ferdî Kalkan, Cizîr, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de