09:41 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Erebîstana Siûdî

    Li Erebistanê agir bi nexweşxaneyê ket: 25 mirî

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Li Erebîstana Siûdî agir bi nexweşxaneyê ket 25 kes mirin û 107 kes jî birîndar in.

    Navenda Nûçeyan - Di Nexweşxaneya Dewletê ya Cazanê de şewat derket û di encama şewatê de 25 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûn.

    Li ser hesabê Facebookê ya yekîneya parastina sivîl a herêma Cazanê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku vê sibê li bajarê Cazanê di Nexweşxaneya Dewletê ya Cazanê de şewat derketiye û di encama şewatê de 25 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûn.

    Hat gotin ku 21 tîmên agirvemirandinê, ambulans û gelek hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û şewat hatiye vemirandin.

    Berdevkê Parastina Sivîl a Herêma Cazan Yehya el-Kehtanî got ku di saet 02.10an de di qata yekemîn a nexweşxaneyê de şewat derket û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê bûn.

    Kehtanî got ku sedema şewatê hê ne diyar e û der barê bûyerê de lêpirsin dane destpêkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erebîstana Siûdî li Hewlêrê balyozxaneyê vedike
    Grûbên mixalif yên sûriyayî li Erebîstana Siûdî dicivin
    Li Erebîstana Siûdî şer: 2 polês hatin kuştin
    Erebîstana Siûdî: Li pêşiya Esad 2 vebijark hene
    Îranê bi tûndî Erebîstana Siûdî hişyar kir
    Etîketan:
    Parastina Sivîl, Yehya el-Kehtanî, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de