23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li sînorê Iraq û Sûriyeyê 120 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Di nava 24 saetên dawî de li sînorê Iraq û Sûriyeyê 120 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand, di encama êrişên balafiran de, di 24 saetên dawî de 120 çekdarên biyanî yên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine kuştin.

    Hêzên hevpeyman bi serkêşiya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandin ku di heyama 24 saetên borî de derbên giran li DAIŞê dane.

    Piraniya wan 120 çekdaran biyanî bûne.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa herî xurt li dijî DAIŞê, li ser sînorê Sûriye û Iraqê pêk hatiye. Ew êriş li gorî agahiyên îstixabaratî yên ku Iraqê daye, pêk hatiye û di encamê de 120 çekdarên DAIŞê yên dixwastin ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin, hatine kuştin. Milîtanên ku hatin kuştin piraniya wan biyanî ne.

    Hevpeymaniya navdewletî her wiha eşkere kiriye ku duh êvarê jî li deverên Cirîmed, Qîrwan, Til Ebte û Til Şeîrê li parêzgeha Mûsilê, li çeper û navendên DAIŞê dane û ziyanek mezin gihandine wê rêxistinê.

    Bi heman mijarî:

    Îro 8 fermandarên DAIŞê hatin kuştin
    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    DAIŞê bi dehan welatiyên kurd qetil kirin
    Seddam Hiseyn bingeha DAIŞê avêt
    TAYBET - Endamê DAIŞê: Tirkiye petrola DAIŞÊ distîne
    Etîketan:
    Hêza Hevpeyman, DAIŞ, Sûriye, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de