22:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Xalid Ezîzî

    Hizba Demokrat a Kurdistanê: 'Em li ser şerê çekdarî nîqaşan dikin'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2701

    Li gorî nûçeya BasNewsê ya ku zanyariyên xwe spartine ajansa fermî ya Tirkiyayê AAyê, Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) li ser şerekî çekdarî yê li dijî Hikûmeta Îranê nîqaşan dike.

    Navenda Nûçeyan — Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) Xalid Ezîzî ragihand ku hikûmeta Îranê her dem şer difroşe kurdan û HDK jî ji bo parastina axa Kurdistanê hatiye damezrandin.

    Debarê rewşa Kurdistana Îranê û xebatên HDKê de jî Xalid Ezîzî wiha got: ‘Em bi hezaran pêşmerge û alîgirên xwe ve li ser destpêkirina şer nîqaşan dikin û ev mijareke navxweyî û cihê behsê ye. Me heta niha biryara dawîn nedaye bê ka em ê çawa dest bi guherandinê bikin.’

    Derbarê îdiayên belevkirî yên wekî ‘HDKê dest ji xebata çekdarî berdaye’ de jî wiha got: ‘Me bi tu awayî dest ji xebata çekdarî bernedaye; lêbelê me şêweyên xebetên xwe guhertine. Niha tevgera Hêzên Çekdar ên Îranê li Kurdistanê bêhtir bûye; herwiha hejmara xortên kurd ên ku xwe dispêrin partiyên kurdî jî bêhtir dibe. Em rojevê bi baldarî dişopînin û li gorî geşedanên siyasî, navneteweyî û herêmî biryaran digirin. Heke Îran riya xebata sivîl û demokratîk xweş neke, ji bo bidestxistina mafên xwe em neçar in kar û xebata çekdarî hilbijêrin.’

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Sûrê banga lezgîn
    Çapemeniya Almanyayê: ‘Tirkiya bi çekên almanî êrişî kurdan dike’
    HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir
    Dengê Amerîkayê: Gotina ‘biratiya gelan’ li Cizîrê hat kuştin
    Îro 8 fermandarên DAIŞê hatin kuştin
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    Pêşdîtina pisporê almanî: 'Rojava dê ji YPGê re bimîne û Tirkiya jî dê bi PKKê re rûne'
    MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
    Etîketan:
    riya xebata sivîl û demokratîk, geşedanên siyasî, xortên kurd, xebata çekdarî, biryara dawîn, cihê behsê, mijara navxweyî, Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK), Xalid Ezîzî, Îran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de