14:45 19 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk

    HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29010

    Fermandariya Giştî ya HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê operasyona xwe ya li başûrê Kobanê ragihand.

    Daxuyanî ji aliyê Bedevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ve hate xwendin. Li wir nûnerên YPG, YPJ û hemû tabûrên leşkerî yên di bin sîwaneya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de amade bûn.

    Li gorî nûçeya ANHAyê di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

    ‘Ji bo raya giştî û gelê me yê Sûriyê

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di nava xwe de hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê ya azad hembêz dike ji bo yekîtî û bidawîkirina rewşa heyî, her wiha ji bo danîna setratejiyeke xurt a rizgarkirina Sûriyeyê û parsatina gelê li hemberî zordarî û terorê hatiye avakirin. Armanca me ew bû ku Sûriyeke Demokratîk û pir alî were vakirin, dadwerî pêk were, azad û rûmeta gelê Sûriyeyê were parsatin ku di nav de hemû pêkhate mafên xwe yên rewa bidest bixin û bi nasname, fikrên xwe hebûna xwe derxin.

    Di vê demê de li qada Sûriyeyê gelek geşedanên girîng çêdibin, hêzên navnetewî û herêmî destwerdanê dikin. Li hemberî vê yekê jî wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk em ê riya xwe ya têkoşîna li dijî terorê heta azadî  û dadweriya Sûriyeyê dewam bikin.

    Me berê jî soz dabû we ku em ê tevahiya xaka Sûriyeyê ji qirêjiya komên terorîst paqij bikin û gelê xwe ji zordarî û terorê xelas bikin. Ji bo serkeftinên mezin ku başûrê Hesekê hatine kirin, dewam bikin li ser bingeha xeta xwe em îro berdewamiya operasyona xwe ya leşkerî ya di çarçoveya rizgarkirina tevahiya xaka welat (Sûriye) de ji komên çete û terorîst radigihînin.

    Di vê operasyonê de ev hêz dê cihê xwe bigrin:

    Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Lîwa El-Tehrîr, Tabûrên Şems El-Şemal, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Kombûna Tugayên Cizîrê û Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê.
    Em îro radigihînin ku operasyona me li gundewarê başûrê Kobanê destpê dike. Ev operasyon dê heta rizgarkirina tevahiya herêmên başûrê Kobanê ku ji aliyê çeteyên DAIŞê yên terorîst hatine dagirkirin, her wiha heta ku aramî û ewlehî pêk were dê dewam bike.

    Em bang li tevahiya gelê xwe yê Sûriyeyê û başûrê Kobanê dikin ku alîkariyê bidin hêzên me ku dê wan ji zordariya DAIŞê xelas bikin.
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêza we ya niştîmanî ye, ji ber vê yekê piştgiriyê bidin vê hêzê û tevlî bibin.

    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk'

    Bi heman mijarî:

    Dengê Amerîkayê: Gotina ‘biratiya gelan’ li Cizîrê hat kuştin
    Îro 8 fermandarên DAIŞê hatin kuştin
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    Pêşdîtina pisporê almanî: 'Rojava dê ji YPGê re bimîne û Tirkiya jî dê bi PKKê re rûne'
    Kurdan di parlamentoya Tirkiyeyê de li hev dan!
    Hevpeymaniya Îslamî bi terorê dest pê kir
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de