17:40 23 Îlon 2017
Zindî
    cizîr

    Dengê Amerîkayê: Gotina ‘biratiya gelan’ li Cizîrê hat kuştin

    © Foto: İMC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2501

    Nivîskarê kurd Ahmet Uygar derbarê rewşa dawîn a bajarên kurdan de bi Dengê Amerîkayê re axivî û got: ‘Zordestiya hêzên tirk a li Cizîrê berdewam e, ev 9 roj in welatiyên Cizîrê nikarin derkevin derveyî mal û baxçeyên xwe.’

    Navenda Nûçeyan — Di hevpeyvîna ligel Ahmet Uygar de nivîskar dibêje ku di 9 rojên dawîn de derketina derve qedexe ye û ji ber rewşa awerte ya li Cizirê kesek nikare alikariyê ji bajêr re bike.

    Uygar helwesta dewleta tirk wiha şîrove dike: ‘Dewlet li hemberî xelkê bajêr bi dijwarî tevdigere û jineke ducanî hat birindar kirin, zaroka wê di zikê diyê de hat kuştin. Kesên birîndar nayên dermankirin û desdûr nayê dayîn ku ambulans birîndaran bibin nexweşxanryan.’

    Derbarê daxwazên gel ji HDPê de jî Uygar wiha dibêje: Gel dixwaze ku nûnerên wan xwedî li doza wan derkevin, hawara wan bigihînin raya giştî ya Tirkiya û cîhanê. Bi çalakiyên demokratîk dengê wan bide bihîstin. Gotina ‘biratîya gelan’ li Cizîrê hat kuştin û sloganeke xapandinê.’

    Uygar hişyariyeke wiha dide: Niha qetliyamek tê pêkanîn. Cihê ku xendeq lê tunene jî mal bi tankan tên xera kirin, nexweşên krîtîk jî nayên dermankirin, erzaq jî ber bi xelasbûnê ve diçin. Heke bêdengî berdewam bike wê qetliyamên mezintir pêk werin û bila kesek wê hingê lêborînê nexwaze, çi dike bila a niha bike. Rewş gelekî xeternak e.’

    Bi heman mijarî:

    Îro 8 fermandarên DAIŞê hatin kuştin
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    Pêşdîtina pisporê almanî: 'Rojava dê ji YPGê re bimîne û Tirkiya jî dê bi PKKê re rûne'
    MHP: 'AKP û HDP ji bo Ocalan û Erdogan li hev kirin'
    Kurdan di parlamentoya Tirkiyeyê de li hev dan!
    Malbata misilman negirtin balafira Amerîkayê
    Etîketan:
    kuştina zarokan, qetliyam, hêzên Tirk, kuştina plankirî, kuştina jinan, komkujî, kuştin, Radyoya Dengê Amerîkayê, Ahmet Uygar, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de