20:41 24 Îlon 2017
Zindî
    Li Îraqê operasyonên li hember DAÎŞ`ê

    Îro 8 fermandarên DAIŞê hatin kuştin

    © AFP 2017/ Ali Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 910

    Îro di êrişa balafirên şer ên Iraqê de li navçeya Hewîce ya girêdayî Kerkûkê û li parêzgeha Enbarê 8 fermandarên DAIŞê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Balafirên şerên Îraqê ligel hêzên bejayî li navendên çekdarên DAIŞê didin û îro jî çend cihên DAIŞê li navçeya Hewîceyê û parêzgeha Enbarê bombebaran kirin.

    Di daxuyaniya ku hat dayîn de: ‘Di encama êrişa balafiran û bombebarana baregehên DAIŞê bi dehan terorîstê DAIŞê hatin kuştin û çend kesan jî birîndar bûne.'

    Daxuyaniyê de: "Di nav kuştiyên DAIŞê de 8 berpirsên payebilind ên DAIŞê jî hene. Di daxuyaniyê de agahiyên zêdetir li ser wan 8 berpirsên DAIŞê nehatiye dayîn û nasnameya wan jî nehatiye aşkerekirin."

    Artêşa Iraqê diyakir dê di 72 saetên pêş de Rumadî bi tevahî ji destê DAIŞê were derxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevpeymaniya Îslamî bi terorê dest pê kir
    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    Barzanî: 'Em ava rûyê mirovahiyê diparêzin'
    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin
    Li Rûmadî Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê sîng bi sîng şer dikin
    Etîketan:
    Enbar, Rumadî, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Şerê li dijî DAIŞê, ÎRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de