08:32 26 Îlon 2017
Zindî
    KCK

    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1860 0 0

    KCKê daxuyanî da û got: ‘Êrîş çiqasî giran jî bin, ev berxwedan wê heta dawiyê bidome û berpirsyarên van komkujiyan çi zû çi jî dereng wê werin cezakirin.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê da xuyakirin, ku dewleta tirk a ku dike nake nikare bexwedana gelê kurd bişikîne, hîn bêhtir dîn û har bûye.

    Ligorî nûçeya Anfê KCKê got: ‘Êrişên hikûmeta AKPê yên li dijî gelê Kurd û demokrasiyê wê werin têkbirin. Êrîş çiqasî giran jî bin, ev berxwedan wê heta dawiyê bidome û berpirsyarên van komkujiyan çi zû çi jî dereng wê werin cezakirin.'

    KCKê got: ‘Her roj jin, zarok, ciwan û extiyar mirovan qetil dikin. Xaniyan dide ber xwe û yek bi yek bi hilweşandina xaniyan re hewl dide bikeve nava taxan. Di şerên herî mezin ên dîroka mirovahiyê de jî nehatiye dîtin, ku mirov tî bê hiştin û bi vî rengî teslîm were girtin. Polîtîkayeke gemarî ya ewçend bê exlaq, bê wijdan tê meşandin. Ev şerê gemarî ji bo şikandina vîna gelê sivîl tê kirin.'

    KCKê wiha got: ‘Bêguman wê li hemberî hemû êrîşan xendek jî bên kolandin, bend jî werin danîn. Xendek û bend her tim ji bo parastinê hatine avakirin. Eger li cihekî xendek û bend hebe, hingî li wê derê êrîşkarekî ji aliyê çekê ve serdest e, heye.'

    KCKê wiha berdewam kir: ‘Em ê heta dawiyê bimeşin, li dijî vê hêza faşîst a dibêje ez ê bieciqînim, berxwedana tê meşandin pîroz e. Gelê Kurd îro li her derê, bi taybetî li herêmên xwerêveberiyê bi lehengî li ber xwe dide.. Ev berxwedan her roj mezin û berfireh dibe. Heta ku ev zîhniyeta qirkirina çandî were şikandin, gelê kurd azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe, wê ev berxwedan bidome.'

    KCKê got: ‘Serketina vê berxwedanê wê jiyana azad û demokratîk a tevahî gelê Kurd pêk bîne. Kesên ku dixwazin vê berxwedanê bişkînin, heman kesên ku dixwazin îradeya gelê kurd bişkînin e. Ji ber vê jî Ameda duyemîn a Kurdistanê Wan, di serî de Bazîd herêma Serhedê, navenda Garzanê Êlih, cihê ku pêngava 15ê Tebaxê destpê kir û dilê Botanê Sêrt, bajarê Pêxemberan Riha, ocaxa Kurdên Elewî û ji kelheyên berxwedanê yên Kurdistanê Dêrsim, Çewlik a ku ruhê berxwedana gelê Kurd ava kiriye û zanayê Berxwedana 14ê Tirmehê Xeyrî mezin kiriye û tevahî bajar, bajarok, gund ên Kurdistanê ji bo xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyan divê rabin ser piyan.‘

    Daxuyaniya KCKê wiha bi dawî bû: ‘Em careke din destnîşan dikin, bi bîr dixin û soza xwe dûbare dikin: Êriş çiqasî giran dibin bila bibin wê berxwedan heta dawiyê bidome, berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Karayilan: Eger xweseriyê qebûl nekin, em ê li ser cihêbûnê bifikirin
    Bayik: ‘AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide'
    Duran Kalkan: Gotina 'biratiya hezar salî' êdî veguheriye sefseteyê
    Etîketan:
    Koma Civakê Kurdistanê (KCK)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de