20:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Kurdan di parlamentoya Tirkiyeyê de li hev dan!

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34911

    Pêşniyara HDPê ya ziyana ku ji ber şer û qedexeya li bajarên kurdan çêbûye hate dayîn ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve nehat erêkirin. Parlamenterên kurd ên HDP û AKPê jî li ser kurdîtiyê devejenî nîqaş kirin.

    Navenda Nûçeyan — Îro li Parlamentoya Tirkiyeyê, pêşniyara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji ber şer û pevçûnên li bajarên kurdan zirar û ziyanên ku gihîştîye welatiyan, hat gotûbêjkirin û pêşniyara HDPê ne hat erêkirin.

    Ji aliyekî din ve pêşniyar di navbera parlamenterê HDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û parlamenterê AKPê yê Meletiyeyê Nurettîn Yaşar de nîqaş derket.

    Nurettîn Yaşar rexne li gotinên Îbrahîm Ayhan ên ku derheqê şerên li bajarên kurdan û xendeqan girtibû û Ayhan bi cihêxwaziyê sûçdar kiribû.

    Li ser vê yekê, Ayhan jî daxwaza xweparastinê kiribû û di bersiva Nurettîn Yaşar de gotibû, min tiştekî wisa negot, min tenê got kurd neçar dimînin li hember siyaseta şer riyên din hilbijêrin.

    Parlamenterê kurd ê AKPê Nurettîn Yaşar ji ber vê yekê hêrs bû û ji Ayhan re got: Tu kî yî?

    Ayhan jî bersiva wî da û got: ‘Ez kesekî kurd im. Ez wek kurdekî ne mecbûr im vê siyasetê qebûl bikim'

    Nurettîn Yaşar dîsa hêrs bû, tiliya xwe dirêjî Ayhan kir û got: Tu kî yî?! Ez kurd im ez!

     

    Bi heman mijarî:

    HDP daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl kir
    Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
    Li Sûrê teqîn: Çawîşekî pispor hate kuştin
    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Hêzên dewletê zarokek din kuştin
    Etîketan:
    Parlamento, Riha, Nurettîn Yaşar, Îbrahîm Ayhan, Tirkiye, AKP, HDP, Pêşniyara HDPê ji bo bajarên kurdan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de