16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: ‘Gelê kurd rastî cûdakariyê hatiye'

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19410

    Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir derbarê êriş, qedexe û kuştinên li bajarên kurdan pêk tê de got: ‘Gel ji me pirs dike ka çi karê me li parlementoyê heye. Divê bi lezgînî muzakere dest pê bikin.'

    Enqere - Osman baydemir di axavtina xwe ya li parlemento yê êriş û kuştinên ku ji hêla hêzên dewletê ve li bajarê kurda pêk tê de axivî û dewletê şermezar kir.

    Baydemir got: ‘Sedema van şer û êrişan ji hêla îktîdarê ve qutbûyîna muzakereyan e. Pêwîst e berî her tiştî dest ji çekan were rakirin û bi rakirina çekan, dê xendeq bi xwe rabin.'

    Osman Baydemir wiha got: ‘Em niha dikarin li vir biaxivin, lê belê dizanim ku piştî 2 mehan em nikarin biaxivin. Em hemû ewa ku bi ser Tahir Elçi de hat, dizanin. Parlamenterên me li herêmê ne û jiyaan wan di xeterê de ye. Zarok dimirin û jiyana me bi xwe jî jiyana wan baştir nîne. Xedek û çeper her çiqas ku şaş bin, lê belê kiryarên îro 100 carî li vê yekê şaştir in.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyeyê me li hezar û 93 hedefên terorîstan xist
    Demirtaş: Divê daxwaza statuya gelê Kurd were dîtin
    Li Sûrê teqîn: Çawîşekî pispor hate kuştin
    Li navçeyên Serhedê çalakiya derabe girtinê
    Ewropayê Tirkiya hişyar kir: 'Demildest vegere agirbest û pêvajoya aştiyê'
    Etîketan:
    HDP, osman baydemir, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de