21:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Yemen-Erebistana Siûdî

    Hevpeymaniya Îslamî bi terorê dest pê kir

    © AP Photo/ Hasan Jamali
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1901

    Li gorî nûçeya BasNewsê Hevpeymaniya Îslamî lîsteya xwe ya terorê amade kiriye û gelek rêxistinên kurdan jî wekî ‘rêxistina têrorîst’ bi nav kirine. Medyaya kurdî jî ev lîste wekî 'lîsteya dilxweşkirina neyarên kurdan bi destê 33 dewletan' bi nav kir.

    Navenda Nûçeyan — 15ê Berfanbarê Hevpeymaniya Îslamî bi serokatî û pêşengiya Erebistana Siûdî hate damezirandin û ji 33 welatên misilmanên sunî pêk hatiye.

    Hevpeymaniya Îslamî piştî kar û barên damezrandin, ragihandin û qebûlkirina endaman dest bi amadekirina lîsteyeke terorê kir û gelek rêxistinên kurdan jî wekî ‘rêxistina têrorîst’ bi nav kirin.

    Hevpeymaniya Îslamî di lîsteya xwe ya terorê de navê PKKê jî kir nava rêxistinên terorîst û qedexe; herwiha PKK wiha da nasandin: ‘PKK partiyeke çepgir a radîkal e, çend şaxên wê li Sûriya, Îran û Iraqê hene ku bi navên cuda yên wekî PJAK, PYD, PÇDK tên naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî konvoya leşkerî êriş
    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    Sine: 'Kana zêrê Kurdistanê' û çavkoriya aborî
    DAIŞê bi dehan welatiyên kurd qetil kirin
    Xristiyanên Kurdistanê jî tevlî Mewlida Pêxember bûn
    Demirtaş: Divê daxwaza statuya gelê Kurd were dîtin
    Etîketan:
    rêxistina têrorîst, lîsteya terorê, Hevpeymaniya Îslamî ya li dijî Têrorê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de