12:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Sewqiyata leşkerî

    Li dijî konvoya leşkerî êriş

    © AP Photo/ Ibrahim Usta
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42501

    Hat ragihandin li navçeya Qoserê yê Mêrdînê li dijî konvoya leşkerî bi roketan êriş hat kirin.

    Qoser - Li gorî nûçeya Dîhayê li ser Rêya Îpekê li dijî wesayîtên leşkerî yên ji Qoserê ber bi Cizîrê diçûn bi roketan êriş hat kirin. Piştî çalakiyê li qadê dûman bilind bûn, her wiha hat dîtin ku 2 wesayîtên zirxî yên Kobra bêkêr bûn.

    Dema sewqiyata leşkerî ya ji Qoserê ber bi Cizîrê ya ku êriş û kuştinên dewletê di roja 10. de didome,  li ser Rêya Îpekê li hember wesayîtên leşkerî çalakiya bi roketan pêk hat.

    Ji ber çalakiyê dengekî eceb û dûman bilind bûn, hate diyarkirin ku 2 wesayîtên zirxî yên Kobra di çalakiya bi 4 roketan pêk hat de bêkêr bûne. Derbarê kuştî an jî birîndaran de agahî nehat bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeyên Serhedê çalakiya derabe girtinê
    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin
    Artêşa tirk Girê Spî gulebaran dike
    Li dijî wesayîta polêsan êriş: 1 kuştî, 1 birîndar
    Li Sûrê teqîn: Çawîşekî pispor hate kuştin
    Etîketan:
    Cizîr, Qoser
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de