03:11 23 Îlon 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demirtaş: Divê daxwaza statuya gelê Kurd were dîtin

    © Foto: AA/ Samuel Corum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4410

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî hevdîtina xwe ya bi Lavrov re daxuyaniyên girîng da û got: ‘Em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin.'

    Moskova - Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

    'Li Tirkiye du xet bi hev re şer dikin'

    Demîrtaş da zanîn ku Tirkiye di nava pêvajoyeke guherîn-veguherînê de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: ‘Em dixwazin ev guhertin ber bi aliyê piralî, demokrasî û azadiya hemû nasname, çand û baweriyan ve be. Li aliyê din, zîhniyeta AKP'ê hewl dide guherîn-veguherînê ber bi aliyê yek şexsî, nîjadperestî, olperestî, mezhebî ve bikişîne. Di navbera van her du xetên guherînê de pêşbirkek siyasî, îdeolojîk û rageşî heye. Em nêrînên xwe yên di vî warî de bi raya giştî ya navneteweyî re parve dikin. Bi Rûsyayê re jî me ev nêzîkatiya partiya xwe parve kirin.'

    'Daxwaza xwerêveberiyê rewa ye'

    Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd gihaştiye asteke gelekî girîng û got: ‘Daxwaza xwerêveberiyê ya gelê kurd weke daxwazeke rewa xwe nîşan dide. Lê belê AKP bi tank, hêzên bejahî û bikaranîna artêşê re polîtîkaya komkujiyê û şikandina vînê li hemberî gelê Kurd dimeşîne. Di vê mijarê de em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin. Em bi mûxatabên xwe re van parve dikin.'

    'Di pêşeroja Sûriyeyê de naskirina gelê kurd diyarker e'

    Demîrtaş bal kişand ser rewşa li Sûriyê û axaftina xwe wiha dewam kir:

    ‘Li aliyê din, li Sûriyeyê asteke nû hatiye bidestxistin. Li Sûriyeyê nîqaş li ser nivîsandina destûra bingehîn a nû destpê kiriye. Nîqaş tê kirin ku li Sûriyeya nû wê di Destûra Bingehîn de çi hebin, kîjan maf di kîjan astê de wê bê naskirin. Weke partî em alîgir in ku hemû reng, bawerî û nasnameyên civaka Sûriyeyê bên ewlekirin û di destûra bingehîn de bên parastin. Rêxistinên mîna DAIŞ û dûvikên El Qaîdeyê, bi barbarî, bi dijminatî li hemberî van cihêrengiyan derdikevin. Gelê Kurd ê li Sûriyeyê jî, li hemberî barbariya DAIŞ'ê berxwedana herî leheng nîşan dide. Lewma di destnîşankirina pêşeroja Sûriyeyê de, naskirina gelê Kurd, naskirina hebûna gelê Kurd a li wê derê, wê di çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û pêkhatina aştiya li Rojhilata Navîn de roleke diyarker bilîze.

    'Kurdan wekî 'qert' nebînin'

    Di sedsala pêş de wê Kurd êdî li Rojhilata Navîn aktorekî girîng be û divê êdî ti kes bi têkiliyeke taktîkî, têkiliyeke bikaranînê nêzî Kurdan nebin, Kurdan weke 'qerta Kurd' nebînin. Pêwîste ev nêrîn were guhertin. Kurd vê qebûl jî nake. Kurd wê di sedsala nû de bibe hêzeke mezin a siyasî, hêzeke demokrasiyê. Gelê Kurd ku ji bo jiyana bi hev re ya hemû nasname û mezheban û gelên li herêmê rêya sêyemîn pêşniyar kir, ji nû ve derketiye ser dika dîrokê. Pêwîste hêzên navneteweyî jî bi dîtina vê rastiyê re bi Kurdan re têkiliyê deynin û polîtîkayê biafirînin. Li her cihê em diçin serdana wan, em vê yekê bi awayekî zelal tînin ser ziman.'

    Demîrtaş diyar kir ku di çareseriya krîza Rûsya-Tirkiyeyê de ew dixwazin rolekê bigirin ser milê xwe û got, "Ji ber em li hundir û li derve polîtîkayeke li dijî şer dişopînin. Em dixwazin pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk, bi diyalogê werin çareserkirin.'

    'Cîhan hurmetê nîşanî berxwedana kurd dike'

    Demîrtaş anî ziman ku biryara AKP'ê ya xistina balafirê şaş e û got: ‘Hûn jî dizanin, Serokkomar di vê mijarê de polîtîkayeke gelekî hevnegirtî meşand. Di destpêkê de got ku xistina balafirê biryareke rast e, dûre hilkumiya û got, 'Eger me zanîbûya balafira Rûs e me nedixist'. Dûre got, 'Eger dîsa rewşeke bi vî rengî rû bide, em ê dîsa bixin'. Piştre got, 'Şaşîtiya pîlot e'. Ev polîtîkayên hevnagirin, çareseriyê jî dixitimîne. AKP di her mijarê de hildikume, nêzîkatiyeke bêpîvan nîşan dide. Sekna bi pîvan a partiya me jî, bala gelên Tirkiyeyê, bala civaka navneteweyî dikişîne. Wekî din, gelê Kurd bi rastî jî di demeke gelekî zehmet de, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Li Şengalê, li Kobanê, li her cihên Rojava bi lehengî li ber xwe dide. Cîhan hemû hurmetê nîşanî vê dide.

    Têkiliya ji nêz a HDPê bi gelê kurd re, bi civaka li Rojava û Başûrê Kurdistanê re, dostaniya bi tevgerên siyasî re bala her kesî dikişîne. Ev hemû ji bo avakirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo avakirina aştiya herêmêı ye. Ev nêzîkatiya me bala Rûsyayê jî dikişîne û destekê dibîne.'

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Em civakeke bêdewlet in û AKP jî DAIŞa Tirkiyayê ye’
    Demirtaş: 'Duh gef li Pûtîn dixwarin, îro vegeriyane pisîkan'
    Selahattîn Demirtaş: Hûn ancax dikarin kanalîzasyonên vî welatî paqij bikin
    Hevdîtina Demîrtaş û Lavrov bi dawî bû
    Demîrtaş, ajandeya xwe ya Moskovayê eşkere kir
    Etîketan:
    HDP, Sergey Lavrov, Selahattin Demirtaş, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de