17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Daxistina derabeyên dikanan, girtina xepengan

    Li navçeyên Serhedê çalakiya derabe girtinê

    © AP Photo/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 222 0 0

    Li gelek navçeyên herêma Serhedê li hemberî êrişên dewletê îro jî derabe hatin girtin. Li Bismil, Bêgirî û Qareyziyê jiyan tevizî, xwendekar neçûn dibistanan.

    Qereyazî/Bêgirî/Bismîl — Li hemberî êrişên dewletê ya li bajarê kurdan, çalakiyên gel jî berdewam dike. Li navçeya Bismil a Amedê esnafên ku êriş û kuştinên  dewletê ya li bajarê kurdan şermezar kirin di roja 3. de jî derabe venekirin. Li navçeyê jibilî firin û dermanxaneyan her der girtî ye û  jiyan hate rawestandin. Li navçeyê xwendekar jî neçûn dibistanan û boykot kirin.

    Li navçeya Qereyazî ya Erziromê û navçeya Bêgirî ya Wanê jî, esnaf îro derabe venekir. Ji bilî dermanxane û firinan kepeng nehatin vekirin, ajokar jî neçûn ser wesayîtan.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên dewletê zarokek din kuştin
    Artêşa tirk Girê Spî gulebaran dike
    Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
    Li Cizîrê 2 kesên din jî ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin
    Li Bedlîsê şer: Çawîşekî pispor hat kuştin
    Etîketan:
    Bêgirî, Bismil, Qereyazî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de